Hewlêr (Rûdaw) - Nasnameya 9 welatiyên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ên ku di qezaya li ser rêya Wan-Qelqeliyê de hat tespîtkirin.
Doh li ser rêya di navbera Wan û navçeya Qelqeliyê de mînîbusek û barhilgirek li hev qelibîn.
Di qezayê de 9 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Di encama lêkolînên rayedaran de eşkere bû ku hemû kesên ku mirine ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne.
Li gorî agahiyên ku birêvebirên Îranê parve kirine, navên 9 kesên (5 jin û 4 mêr) ku mirine wisa ne:
· Zeinab Hoseinnejat
· Afsane Mokhtarzade
· Neda Mudri
· Hadi Hoseinzadeh
· Mokrali Mokhtarzade
· Ali Heydernejad
· Behzad Ferhengmehr (Şofêr)
· Leilah Valikhanlou
· Khadijeh Bodaghi
Karûbarên veguhastina cenazeyan berdewam dikin
Birêvebiran ragihand ku ji bo radestkirina cenazeyên qurbaniyan a ji bo malbatên wan û veguhastina wan a ji bo Îranê, karûbarên fermî berdewam dikin.
Hat zanîn ku tedawiya 5 kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn jî li nexweşxaneyên bajêr berdewam dike.

