Amed (Rûdaw) - Mehdî Keskînkiliçê alîgirê Galatasarayê piştî maça Galatasarayê amblema tîmê ji ser dîwarê mala xwe rakir û got, “Tehemûla we li Kurdîtiyê tune be ya me jî li we tune ye.”
Keskînkiliç li gundê Çirikê yê navçeya Farqînê ya Amedê dijî.
Ew ev 30 sal e alîgirekî fanatîk ê Galatasarayê bûye.
Mehdî Keskînkiliçî beriya çar salan mala xwe bi rengên zer û sor ên Galatasarayê boyax kiribû û amblema klûbê li ser dîwarê xwe çêkiribû.
Kîsê zer
Galatasarayê piştî maça Amedsporê li ser hesabê xwe yê Xê peyameke bi "kîsê zer" parve kiribû.
Mehdî Keskînkiliçî piştî vê parvekirinê amblema Galatasarayê bi destên xwe rakir.
Mehdî Keskinkiliç ji Rûdawê re re axivî û wiha nerazîbûna xwe anî ziman:
“Ez bangî serokê tîma Galatasarayê dikim. Ez li vê derê bangî serokê tîma Galatasarayê dikim, we vî tiştî li 60 milyon Kurdan kir.
Eger tehemula we ji 60 milyon Kurdan re tune be, tehemula min jî ji amblema we re nîne!
Ez bangî wan birayên xwe dikim ku aligîrê tîma Galatasarayê ne: Vegerin ser nasnameya xwe. Kesê ku tehemula wî ji Kurdîtiya we re nebe divê ya we jî ji wan re nebe.”
Dê amblema Amedsporê deyne
Keskînkiliç diyar kir ku ew êdî amblema Galatasarayê li mala xwe naxwaze.
Wî anî zimên ku ew dê mala xwe bi rengên kesk û sor ên Amedsporê boyax bike.
Keskinkiliç her wiha da zanîn ku dê li şûna amblema Galatasarayê ya ku rakiriye jî amblema Amedsporê dane.


