Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Agiriyê li dijî bêcezabûna 11 salan a di dosyaya kuştina Emrah Muhammed Aydemîrê 15 salî û Orhan Arslanê 16 salî de serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da.
Emrah Muhammed Aydemîr û Orhan Arslan 12ê Tebaxa 2015an li navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê li embara êzingan a firinekê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatibûn kuştin.
Baroya Agiriyê ji bo vê dosyaya ku 11 sal in bi bêcezabûnê tê meşandin, serî li Daîreya Lêkolîna Tawanên Kiryarnenas a Wezareta Dadê da.
Baroyê di serlêdana xwe de xwest ku biryara neşopandina dozê ji bo berjewendiya yasayê bê xerakirin û berpirsên ku delîl reş kirine bên darizandin.
"Delîl hatin reşkirin"
Baroya Agiriyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku dîmenên kamerayan, îfadeyên şahidan û analîzên HTSyê îspat dikin ku her du zarok karkerên sivîl ên firinê bûn.
Baroyê destnîşan kir ku li cihê bûyerê şopa tiliyên zarokan û şopa çekan nehatiye dîtin û beriya ku dozger were cihê bûyerê delîl hatine reşkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber vê yekê dosya xistine nav çerxa bêcezabûnê û biryara Serdozgeriya Komarê ya Giyadînê ya ji bo neşopandina dozê li dijî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye.
.jpg&w=3840&q=75)


