Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa HKN Energyê ya Amerîkî ku tecrubeyeke wê ya dirêj di sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê de heye, dest bi veberhênana li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kir.
Şirket plan dike ku di nava 2 salan de asta hilberîna petrolê ya li qadên nêzîkî bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê rojane ji bo nêzîkî 150 hezar bermîlan bilind bike.
Alîkarê Serokê Şirketa HKNê yê Kar û Barên Hikûmetê Matthew Zais ji medyaya Amerîkayê re ragihand ku meha Nîsanê bi Şirketa Petrola Sûriyeyê (SPC) re peymaneke parvekirina hilberînê ya 25 salî îmze kiriye.
Matthew Zais eşkere kir ku şirketa wan meha Hezîranê bi awayekî pratîkî serperiştiya 8 qadên petrolê yên li derdora Rimêlanê wergirtiye.
HKN di vî projeyî de bi şirketa UCC Holdingê ya Qeterî re hevkarî kiriye lê wekî yekane kargêrê qadan dixebite.
Bilindkirina asta hilberînê
Matthew Zais da zanîn ku di dema wergirtina qadan de asta hilberînê rojane nêzîkî 80 hezar bermîlan bû lê binesaziya wê bi temamî wêran bûbû û rojane 3-4 caran petrol dirijiya derve.
Niha hilberîna petrolê di navbera 65 hezar û 70 hezar bermîlan de ye.
Ev yek piştî wê tê ku şirketê ji bo parastina jîngehê bi awayekî demkî çend bîrên petrolê girtin.
Alîkarê Serokê şirketê destnîşan kir ku berê rojane zêdetirî 120 hezar bermîl ava jehrî ya bermayî û petrol dirijiya nav Çemê Xabûrê û pişt re jî tevlî Çemê Feratê dibû ku xelkê herêmê digotê "Çemê Mirinê" yan "Çemê Reş".
Zais anî zimên ku şirketa wan bi kêmkirineke demkî ya rojane 13-14 hezar bermîlan rê li ber rijandina wê ava qirêj girtiye û jîngeha herêmê ji karesatekê rizgar kiriye.
Li gorî gotina wî, niha hilberîn bi awayekî saxlem û bêyî pîskirina jîngehê vegeriyaye rewşa berê.
Çarenivîsa karkeran
Ew qadên ku HKNyê wergirtine, berê ji aliyê Şirketa Petrola Cizîrê ve dihatin birêvebirin ku ser bi Rêveberiya Xweser ve bû.
Zais eşkere kir ku peymana HKNyê rasterast li gel hikûmeta Sûriyeyê ya li Şamê ye û ti pişka Şirketa Cizîrê di vê peymanê de nîne.
Lê li gorî agahiyên wan, Şirketa Cizîrê pişkeke diyarkirî ya petrola xav ji hikûmeta Sûriyeyê werdigire da ku li parzûngehên navxweyî ji bo bikaranîna navxweyî ya li Rojavayê Kurdistanê biparzîne.
Di dema radestkirina qadan de nêzîkî 6 hezar kesî di sektora petrolê de dixebitîn lê ji ber bidawîhatina peymaneke demkî ya meha Tebaxê hejmareke zêde ya karmendan ji kar hat derxistin.
Vê yekê nerazîbûn çêkir û Mezlûm Ebdî ji bo aramiya rewşê rol lîst.
Zais da zanîn ku niha HKNyê hezar û 100 karmendên navxweyî, hezar û 500 karmendên xwedîdestûr ên Şirketa Petrola Sûriyeyê (SPC), 52 pisporên biyanî û 42 karmendên jin bi kar xistine.
Wî tekez kir ku wekî karên wan ên li Herêma Kurdistanê, zêdetirî ji sedî 85ê hêza wan a xebatê xelkê herêmê ne.
Hinardekirin û rêya nû ya petrolê
Zais li ser çarenivîsa petrolê eşkere kir ku petrola Qada Bloka 26an a ser bi şirketa Gulfsands Petroleuma Brîtanî jî li tesîsên wan ên li Rimêlanê tê parzinandin.
Pişt re ev petrol bi rêya tankeran ber bi Bendera Banyasê ya li ser Deryaya Navîn ve tê veguhastin da ku ji bo hinardekirinê li keştiyan were barkirin.
Zais red kir ku dê petrol ji van qadan biçe Herêma Kurdistanê yan jî Tirkiyeyê.
Zais her wiha amaje bi wê yekê kir ku veguhastina bi tankeran ne çareseriyeke demdirêj e, lewma hikûmeta Sûriyeyê bi lez ji bo temîrkirina xeta boriyan a ji Hisîçayê ya ber bi Tertûsê ve dixebite.
Zais ji aliyê erdnîgariya siyasî ve jî got:
"Nûnerê Trump ê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack teşwîqkerekî mezin bû ji bo hatina şirketên Amerîkayê da ku rê li ber kontrolkirina qadan a ji aliyê Çînê ve were girtin."
Wî diyar kir ku vekirina deriyê sînorî yê di navbera Nisêbîna Bakurê Kurdistanê û Qamişloyê de ku tê çaverêkirin di çarçoveya hevdîtinan de di demeke nêzîk de pêk were, dê bibe destkefteke mezin a aborî û dê di veguhastina kel û pel û pêdiviyan de alîkariya xebatên HKNyê bike.



