Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Urmiye û Îlamê yên Rojhilatê Kurdistanê di 2 qezayên cuda yên trafîkê de kesek mir û 27 kes birîndar bûn.
Birêvebirê Komeleya Heyva Sor a Urmiyeyê Hemîd Mehbûbî ragihand ku îro li ser rêya sereke ya di navbera Urmiye û Selmasê de rêzeqezayek rû daye.
Mehbûbî diyar kir ku di vê qezayê de 10 otomobîl li pey hev li hev qelibîne û 15 kes birîndar bûne.
Li Îlamê kesek mir û 12 kes birîndar bûn
Li aliyê din, li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê jî qezayek qewimî.
Birêvebirê Komeleya Heyva Sor a Îlamê Hemze Mihemedî Muqedem da zanîn ku îro li ser rêya Holeyran û Kûdeştê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîne.
Muqedem eşkere kir ku di qezayê de şofêrê otomobîlê li cihê bûyerê miriye û 12 rêwî jî birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku 2 birîndar ji aliyê tîmên Heyva Sor û 10 birîndar jî ji aliyê tîmên hawarçûnê ve şandine navendên tenduristiyê.
Li gorî amarên Rêxistina Tiba Dadî ya Îranê ji 21ê Adara 2025an heta 21ê Adara 2026an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 19 hezar û 540 kes mirine.


