Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku wan ji bo dabînkirina bermîleke petrolê ya ji bo her malbateke koçber a li kampên Herêma Kurdistanê daxwaznameyek pêşkêş kiriye û ew li benda bersivê ne.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cehangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Elî Cehangîr da zanîn ku wan bi rêya Civata Wezîran a Îraqê ji bo her malbateke koçber a li kampên Herêma Kurdistanê 200 lître petrol xwestiye.
Her wiha eşkere kir ku ew li benda bersiva Wezareta Petrolê ya Îraqê ne ku mekanîzmaya dabînkirinê diyar bike da ku ew petrol bigihêje wan malbatan.
Li kampên Herêma Kurdistanê yên li Hewlêr û Dihokê zêdetirî 16 hezar malbatên koçber mane ku hîn venegeriyane warên xwe.
Elî Cehangîr diyar kir ku piştî dabînkirina petrolê ji aliyê Wezareta Petrolê ve, dê sotemenî bi du qonaxan li wan malbatan were belavkirin ku her carê dê 100 lître be.



.jpg&w=3840&q=75)