Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ya li hemberî gav û têgihîştinên yekalî yên hikûmeta Îraqê ya li ser rewşa Şingalê nîşan dide.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê tekez kir ku karekî wiha berovajiyê Peymana Şingalê ye ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatiye îmzekirin.
Wezaretê li ser pêşhatên dawî yên li Şingalê daxuyaniyek belav kir û helwesta xwe eşkere kir.
Wezaretê got, ew bi dilgiraniyê çavdêriya wan têgihîştinan dikin ku hikûmeta Îraqê li ser rewşa Şingalê bi awayekî yekalî û bêyî şêwira bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re dike û anî ziman:
"Her gaveke bi vî rengî, berovajiyê Peymana Şingalê ye ku Çiriya Pêşîn a 2020î bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatiye îmzekirin."
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku "Şingal û Çiyayê Şingalê bi xwîna 500 şehîd û 3 hezar birîndarên Pêşmergeyên qehreman hatine rizgarkirin û divê rêz li wê qurbaniyan û têkoşînê bê girtin."
Metirsiyên sepandina rewşa ewlehiyê
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe, sepandina rewşa ewlehî û îdarî ya nexwestî ya li derveyî saziyên rewa, dê rewşa herêmê aloztir bike û pêvajoya asayîkirinê têk bide.
Her wiha hatiye tekezkirin ku "Tekane çareseriya rast, bicihanîna temam a Peymana Şingalê ye. Çimkî tekane garantiya pêkanîna îdareyeke rast a ji aliyê nûnerên rasteqîn ên herêmê ve, destpêkirina avakirinê û bicihanîna ewlehiyê ye. Ev jî mercên sereke ne ji bo vegera bi dilxwazî û rûmet a bi sed hezaran xwişk û birayên Êzidî ya li cih û warên xwe."
Banga vegera li nêrîna xelkê Şingalê
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Îraqê xwest ku pêbendî Peymana Şingalê û hemû wan peymanên siyasî û bernameyên hikûmetên federal ên li pey hev be ku di warên îdarî, ewlehî û avakirinê de pêk anîne.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman:
"Eger bicihanîna van peymanan zehmet e, bila vegerin nêrîn û îradeya xelkê Şingalê, bi taybetî Êzidiyan.
Kîjan û çi ji wan re baş e bila ew biryarê li ser bidin.
Bila hemû alî pêbend û piştgitrên hilbijartina wan bin.
Çimkî aramiya herêmê û aramiya xelkê wê di ser hemû berjewendî û armancên din re ye."
Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Îlyas doh hûrgiliyên peymana xwe ya bi Hikûmeta Îraqê re ji Rûdawê re eşkere kirin.
Hadî Îlyas qala mijara hilweşandina hêzên xwe û tevlîbûna wan a artêş û dezgehên ewlehiyê yên Îraqê kir.
Hadî Îlyas li ser hejmara wan endamên ku biryar e tevlî hêzên fermî yên Îraqê bibin da zanîn ku hejmara wan a giştî nêzîkî 5 hezar kesî ye.
Lê bi derxistina kesên mezin û birîndar, herî kêm 4 hezar û 500 endam amade ne ku biçin nav artêş û hêzên din ên ewlehiyê.
Ev gav piştî 12 salên damezirandina YBŞ û Yekîneyên Jinên Şingalê (YJŞ) tê avêtin.
Hadî Îlyas dabeşbûna hêzên xwe bi vî rengî anî zimên:
“Şervanên YBŞyê, zêdetirî 3 hezar kesî û YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê jî 750 heta 800 kesî ne.”
Hadî Îlyas destnîşan kir ku ji meha Sibatê ve civînên wan ên rasterast bi berpirsên bilind ên Îraqê re hebûn û ew gihîştine peymana dawî.
.webp&w=3840&q=75)


