Hewlêr (Rûdaw) - Qeymeqama bajarê Makoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ji ber birûsk û teyrokê li nahiyeya Bazirganê 150 serî pez telef bûn.
Qeymeqama navçeya Makoyê ya parêzgeha Urmiyeyê Şehla Tacfer li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Şehla Tacferê da zanîn ku şeva borî li gundên nahiyeya Bazirganê birûsk û teyrokê zerereke mezin daye xelkê.
Wê ragihand ku ji ber birûsk û teyroka zêdetirî 150 serî pezên gundiyan telef bûne û 30 serî pez jî birîndar bûne.
Zerer gihîşt çandiniyê jî
Qeymeqama Makoyê diyar kir ku teyrok û barana zêde zerereke mezin daye berhemên çandiniyê.
Her wiha ji ber lehiyê zerer gihîştiye rêyên navçeyê jî.
Hişyarî ji bo welatiyan
Şehla Tacferê bangî welatiyan kir ku baldar bin û got:
"Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, dê di rojên bê de jî keşûhewaya neyînî bidome."
Wê hişyarî da niştecihên gundan, cotkar û xwediyên ajelan ku gelekî hişyar bin.
Her wiha xwest ku welatî di dema birûskê de xwe ji deverên çiyayî û bilindahiyan dûr bixin.
Li Selmasê lehiyê can stendibû
Pêlên baranê ev çend roj in li herêmê bandoreke neyînî dikin.
22yê vê mehê jî ji ber barana zêde li bajarê Selmasê yê parêzgeha Urmiyeyê lehî rabûbû.
Di encama lehiyê de zarokek û 2 mirin û çend kes jî birîndar bûbûn.



