Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê di nava 24 demjimêrên dawî de ji ber zincîreyek ji qezayên trafîkê û lihevqelibîna otomobîlan bîlançoyeke giran derket holê.
Di encama van qezayên li şeş parêzgehan de, 5 kesan canê xwe ji dest da û 20 kesên din jî birîndar bûn.
Li parêzgeha Agiriyê, li ser rêya Xamûrê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn. Di vê qezayê de, 4 rêwiyên di nav otomobîlê de li cihê bûyerê mirin û ajokarê barhilgirê jî bi birîndarî hat rizgarkirin.
Qezayeke din a ku bi mirinê encam da li ser rêya serekî ya navbera Wan û Bedlîsê çêbû. Di encama qulibîna otomobîlekê de ku 2 kes tê de bûn, yekî ji wan mir û yê din jî birîndar bû.
Li parêzgehên din ên herêmê jî hejmara birîndaran gihîşt asteke metirsîdar ku di nav wan de zarok jî hene.
Li parêzgeha Semsûrê, li ser rêya navbera Sêwregê û Kolikê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 8 kes birîndar bûn ku hate ragihandin 4an ji wan zarok in.
Her wiha li parêzgeha Mêrdînê jî li ser rêya Dêrikê, di qezayeke trafîkê ya navbera du otomobîlan de 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, yek ji birîndarên vê qezayê zarokekî 2 salî ye û rewşa wî ya tenduristiyê giran e.
Ji bilî van qezayan, li Çewlîgê motorsîklet û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 3 kes birîndar bûn ku li gorî çavkaniyên tenduristiyê rewşa ajokarê motorsîkletê nebaş e.
Li Amedê jî ji ber leza zêde otomobîlek ji kontrolê derket û qulibî, di vê qezayê de jî tenê ajokarê otomobîlê birîndar bû.
Di 9 mehan de zêdetirî nîv milyon qezayên trafîkê çêbûne
Ev qezayên giran ên dawiyê, amara giştî ya qezayên trafîkê yên li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê careke din anî rojevê.
Li gorî amarên fermî yên Wezareta Navxwe û Serokatiya Trafîkê ya Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiya Tirkiyeyê, di dema 9 mehên borî de (Kanûna Paşîn - Îlon) bi giştî 519 hezar û 454 qezayên trafîkê hatine tomarkirin ku ev hejmar li gorî heman dema sala borî ji sedî 3,2 zêde bûye.
Heman amarên fermî diyar dikin ku di nav van 9 mehan de, hezar û 628 kesan li cihê qezayê mirine û her çend ev hejmar li gorî sala borî ji sedî 15.6 kêm bûye jî, bîlanço hîn jî giran e.
Di tevahiya qezayên trafîkê yên vê heyamê de 311 hezar û 123 kes birîndar bûne. Di raporê de wekî xaleke herî balkêş hate destnîşankirin ku 235 hezar û 924 qeza rasterast ji ber şaşî û kêmasiyên ajokaran çêbûne.


