Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di qezayeke trafîkê de tir û mînîbûs li hev qelibîn.
Di encamê de kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn ku kesê mirî polîsek e û li Şemzînanê erkdar bûye.
Qeza li nêzîkî gundê Asbeşînê qewimî. Mînîbûsa bi plakaya 30 AAH 872 û tira bi plakaya 13 ABC 402 ji ber sedemeke nediyar li hev qelibîn.
Ji ber lêdana giran, her du wesayît ji rê derketin û çûn nav zeviyên li kêleka rê. Di qezayê de 12 kesên di nav wesayîtan de birîndar bûn.
Polîs di nexweşxaneyê de mir
Piştî ku agahî gihîşt tîmên hawarçûnê, polîs, cenderme, tîmên bijîşkî û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê li wir midaxeleya yekem a birîndaran kir û paşê ew bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li navenda Wanê.
Yek ji birîndaran ku birîna wî giran bû, li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanên bijîşkan rizgar nebû û mir.
Piştî lêkolînê hat zanîn ku ev kesê mirî polîs e û li navçeya Şemzînanê ya parêzgeha Colemêrgê erkdar bûye.



