Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, serlêdana malbata O.B. red kir ku di dema operasyonên xendekan yên sala 2016an de li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dabû.
Dadgehê biryar da ku "mafê jiyanê" yê O.B. ne di warê madî de û ne jî di pêvajoya lêkolînê de nehatiye binpêkirin.
Termê wî di nav kavilan de hatibû dîtin
Li gorî hûrgiliyên bûyerê, 12ê Sibata 2016an li kolana Nîranê ya taxa Cûdiyê ya Cizîrê, di nav kavilên avahiyekê de termek û perçeyên laşê du kesên din hatibûn dîtin.
Piştî lêkolîna DNAyê, hatibû piştrastkirin ku ew term yê O.B. ye.
Malbata O.B. piştî bûyerê angaşt kiribû ku kurê wan dema birîndar bûye ji nêzîk ve gule lê hatine reşandin û hatiye kuştin.
Xizmê wî H.B. daxwaz kiribû ku miayeneya term ji nû ve were kirin lê belê Birêvebiriya Ewlehiyê ya Cizîrê di raporên xwe de diyar kiribû ku O.B. di dema operasyonan de wekî "endamê YPSyê hatiye bêbandorkirin."
Dozgeriyê biryara "pêwîstî bi şopandinê nîne" dabû
Piştî giliyê malbatê, Serdozgeriya Giştî ya Şirnexê biryara neşopandinê (pêwîstî bi vekirina dozê nîne) dabû.
Li ser vê yekê malbatê bi rêya serlêdana kesane doz biribû ber Dadgeha Destûrê ya Bilind.
Dadgeha Destûrê di nirxandina xwe de bal kişand ser vê yekê ku avahiya navborî di herêma şer û pevçûnan de bûye û li heman cihî termên endamên din ên rêxistinê jî hatine dîtin.
Dadgehê da zanîn ku ji bo pejirandina kuştina O.B. di çarçoveya "parastina rewa" de, ev nîşane bes in û serlêdana malbatê red kir.
Li Cizîrê çi qewimîbû?
Ev biryara Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê, wekî berdewamiya biryarên dadwerî yên derbarê mirinên di dema şerê xendekan a li Cizîrê de (2015-2016) tê dîtin.
Li gorî raporên mafên mirovan, li Cizîrê di şer û pevçûnên xendekan ên navbera hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û YPSyê de, nêzîkî 300 sivîlan canê xwe ji dest daye.
Di bûyerên ku wekî "jêrzemînên Cizîrê" di bîra gel de mane, 189 kes ku 25 ji wan zarok bûn di sê jêrzemînan de şewitîbûn û hemûyan canê xwe ji dest dabû.
Ji wan qurbaniyan nasnameya 86 kesan nehatibû tesbîtkirin û wekî "mirovên bêkes" hatibûn veşartin.

.jpg&w=3840&q=75)

