Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser êrişên hêzên Îranê yên li ser qadên wan daxuyaniyek da.
YRKyê got, “Hêzên me hişyariya pêwîst daye. Eger êriş bidomin, em dê bersiva pêwîst bidin.”
YRKyê destnîşan kir ku demên dawiyê rejîma Îranê careke din êrişî hêzên wan kiriye.
"Em mafê parastina rewa bi kar tînin"
YRKyê di daxuyaniya xwe de got:
"Ji bo ku raya giştî jî bizanibe em her êrişan parve dikin. Me berê jî gotibû û em niha jî tînin zimên, li hemberî her êrişên li ser gel û hêzên me, em dê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin."
Li gorî daxuyaniyê, rejîma Îranê ji 13ê Çiriya Pêşîn ve li herêma Şahoyê hêzeke Artêşa Pasdaran bi cih kiriye.
Li gel vê hêzê, çekên giran û dronên kamîkaze yên bombebarkirî jî hatine bicihkirin.
Hêzên Îranê 13ê Çiriya Pêşîn bi dronên kamîkaze û çekên giran herêma Deşta Qilbê bombebaran û topbaran kir.
"Eger êriş bidomin em dê bersivê bidin"
Her wiha hêzên Artêşa Pasdaran 15ê Çiriya Pêşîn di demjimêrên serê sibehê de bi 4 dronên kamîkaze êriş kir.
Hêzên Îranê piştre heta demjimêrên nîvroyê herêma Kela Terzanê bombebaran kir.
Li herêmê gelek leşker hatine bicihkirin û xuya dibe ku di tevger û êrîşên xwe yên li ser hêzên me de li wê herêmê bi israr in.”
YRKyê dan zanîn ku wan ji bo van êrişan hişyariya pêwîst daye hêzên Îranê.
YRKyê bal kişand ser mijarê û got, "Lê ev nayê wê wateyê ku em dê her tim bi hişyariyan bisînor bimînin.
Eger ev êriş bidomin, em dê wekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê heta dawiyê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û em dê bersiva pêwîst bidin."



