Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser Foruma MERIyê daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser vexwendinên forumê û xwest ku rêz li piralîbûna siyasî were girtin.
"Divê vexwendin hevseng bin"
ENKSyê diyar kir ku vexwendinên ji aliyê Saziya MERIyê ve tên kirin, divê li ser bingeha giştgîrî û hevsengiyê bin û got:
"Ev vexwendinên ji bo mêhvankirina kesayet û akademîsyenên ku girîngiyê didin mijarên Kurdan, bi taybetî jî Pirsgirêka Kurdan a li Sûriyeyê, divê hemû aliyên siyasî li xwe bigirin.
Di serî de ENKS û partî û hêzên din ên siyasî, divê bêyî cudakarî û dûrxistinê werin vexwendin."
"Peyameke neyînî dide raya giştî"
Di beşeke din a daxuyaniyê de paşguhkirina ENKSyê hat rexnekirin û hat gotin:
"Paşguhkirina aliyekî sereke yê siyasî ku di nûnertiya daxwazên gelê me yê Kurd de xwedî rol e, peyamên neyînî dide raya giştî ya Kurd. Ev yek xizmeta yekhelwestî û diyaloga berpirsiyar nake."
Li gorî daxuyaniyê, eger armanca forumê akademîk û zanistî be, baştir e ku vexwendin giştgîr û hevseng bin.
ENKSyê her wiha destnîşan kir ku divê rê li ber dîtin û nêrînên cuda yên Kurdan were vekirin.
Spasiya Baregeha Barzanî
ENKSyê di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya Baregeha Barzanî kir û wiha pê de çû:
"Em qedr û qîmetê didin şopandin û girîngîdana Baregeha Barzanî ya ji bo vê mijarê. Em hewldana wan a ji bo sererastkirina vê kêmasiyê bilind dinirxînin.
Pirsgirêka Kurdan ji wê yekê mezintir e ku tenê di aliyekî de were dîtin.
Xizmetkirina gelê me pêwîst dike ku rêz li piralîbûna siyasî were girtin. Divê beşdariya her kesî dûrî dûrxistin û paşguhkirinê were garantîkirin."


.jpeg&w=3840&q=75)
