Hewlêr (Rûdaw) - Foruma MERIyê ya 2026an îro li Hewlêrê dest pê kir û di panela yekem de paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ser maseyê bû.
Ev forum serkirdeyên siyasî û dîplomatên ji Herêma Kurdistanê, Îraq, Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û qada navneteweyî tîne cem hev.
Foruma MERIyê dê du rojan bidome.
Di forumê de rewşa ewlehiyê ya herêmê, Pirsgirêka Kurdan, paşeroja Îraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de bi berfirehî tên gotûbêjkirin.
Foruma MERIyê her sal ji aliyê Enstîtuya Lêkolînan a Rojhilata Navîn (MERI) ve tê lidarxistin.
Ev forum wekî yek ji lûtkeyên herî girîng ên hizrî û dîplomasiyê yên herêmê tê qebûlkirin.
Foruma MERIyê bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.
Panela yekem a forumê bi navê "Sûriyeya Nû: Ji Parçebûnê Ber bi Dewleta Hevpar ve" li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.
Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclisa Gel a Sûriyeyê Îlham Ehmed, Şêwirmendê Bilind ê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Dr. Necîb Xedban û ji Zanîngeha George Washingtonê ya Amerîkayê lêkolîner û akademîsyen Amy Austin Holmes di panelê de cih girt.
Birêvebirê Navenda Omranê ya Lêkolînên Stratejîk Emmar Qehf moderatoriya rûniştinê kir.
Mijarên sereke yên li ser maseyê
Di forumê de li ser nexşerêya qonaxa veguhêz a li Sûriyeyê û paşeroja wê ya siyasî gotûbêjên kûr û berfireh tên kirin.
Beşdarên rûniştina yekem li ser hewcedariyên entegrasyona leşkerî û îdarî, nasnameya destûrî, mijara nenavendîbûnê, mafên pêkhateyan û rola herêmî û navneteweyî ya Sûriyeya piştî şer sekinîn.
Entegrasyona leşkerî û îdarî: Qonaxa ceribandinê
Îlham Ehmedê di destpêka axaftina xwe de pêvajoya entegrasyona saziyên Birêvebiriya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav pêkhateya dewleta Sûriyeyê nirxand.
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku ev gav bû alîkar ku bajarên Sûriyeyê ber bi hev ve vebibin, deriyên sînorî ji nû ve bên vekirin û vegera xelkê Sûriyeyê hêsan bibe.
Wê destnîşan kir ku pêvajoya tevlîkirina HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê heta niha bi rêjeyeke baş pêk hatiye û bûye alîkar ji bo pêkanîna aramiyê.
Lê wê di heman demê de da zanîn ku tevahiya vê pêvajoyê "hîn jî di qonaxa ceribandinê de ye".
Ji aliyê xwe ve, Dr. Necîb Xedban ev gav bilind nirxand.
Necîb Xedban tevlîkirina HSDyê ya nav her du wezaretên parastin û navxweyê wekî "destkeftiyeke mezin" bi nav kir.
Lê ew tevî vê yekê li xwe mikur hat ku li ser vê rêyê astengiyên aloz hene, nemaze li ser temamkirina entegrasyona saziyên sivîl û îdarî û pêwîstiya kûrkirina şirîkatiyê.
"Nenavendîbûn nayê wateya parçekirinê"
Mijara nenavendîbûnê di rûniştinê de bû mijareke germ.
Îlham Ehmedê rexne li nêrîna serdest a li hemberî nenavendîbûnê girt û got:
"Dema li Sûriyeyê qala nenavendîbûnê tê kirin, wisa xuya dike ku em qala 'şeytan' dikin. Afirandina vê rewşa nediyar bûye sedema wehmekê ku qaşo bicihanîna nenavendîbûnê dê bibe sedema parçekirina Sûriyeyê. Lê di rastiyê de nenavendîbûn tê wateya hevkariyê ku dibe alîkar ji bo bihêzkirin û çespandina pêwendiyên biratî, civakî û siyasî."
Îlham Ehmedê behsa pêwîstiya gavên pratîkî yên ji bo erkên şirîkatiyê kir.
Wê amaje bi her du peymanên "10ê Adarê" û "29ê Çiriya Paşîn" kir ku tê de tekezî li ser nûnertiya pêkhateya Kurd bi nasnameya wê di hemû saziyên dewletê de hatiye kirin, di nav wan de wezaret, balyozxane, parlamento, dezgehên ewlehiyê û artêş hene.
Wê da zanîn ku amadebûna nûnertiyê niha hîn jî kêm e û tenê bi hin deverên wekî Hisîça û Kobaniyê ve sînordar e û negihîştiye Şamê û wezaretên serweriyê.
Her wiha Îlham Ehmedê banga bipêşxistina "Yasaya Hejmar 107an" a taybet bi birêvebiriya herêmî kir da ku bibe modelekî rasteqîn ji bo parvekirina desthilatan di navbera navend û parêzgehan de.
Nêrîna Xedban: Welatîbûna wekhev
Dr. Necîb Xedban li hember vê yekê nêrîna destûrî ya alternatîf a ji bo avakirina dewletê anî zimên.
Wî tekez kir ku bingeha sereke divê li ser welatîbûna wekhev, serweriya qanûnê û dewleteke xwedî serweriya temam be û wiha axivî:
"Mesele ne lihevguhertina dewleteke navendî ya bihêz an parçebûnê ye. Pêdiviya me bi dewleteke navendî heye ku pirsên serwerî û stratejîk di destê xwe de bigire."
Xedban diyar kir ku kopîkirina tecrubeyên herêmî yên li ser bingeha parvekirina desthilatê ya li gorî pêkhateyan li gorî civaka Sûriyeyê nîne.
Wî got ku garantiya rasteqîn dewleteke welatîbûnê ye ku hevkariyê bi rêya hilbijartinên azad û paqij misoger dike û derfetê dide hemû pêkhateyan da ku hebûnên siyasî yên nûnertiya wan dikin ava bikin.
Lêkolîner Amy Austin Holmesê jî da zanîn ku Sûriye niha di werçerxaneke dîrokî re derbas dibe.
Wê da zanîn ku pirsgirêkên li Sûriyeyê hîn ji kokê ve nehatine çareserkirin.
Wê her wiha anî zimên ku desthilata berê ya bi serokatiya Beşar Esed rejîmeke tund a navendî bû, lewma divê Sûriyeya nû ji bo dûrketina ji şaşiyên pêşerojê di qadên îdarî û siyasî de polîtîkayên berfireh û giştgir bipejirîne.
Zimanê Kurdî û mafên pêkhateyan
Îlham Ehmedê derxistina biryarnameyeke serokatiyê ya ku hebûna gelê Kurd, ziman û çanda wî wekî beşekî resen ê civaka Sûriyeyê nas dike, wekî "destkeftiyeke dîrokî ya yekem car" bi nav kir.
Lê wê mekanîzmayên bicihkirina wê ya pratîkî wekî "kêm" nirxandin.
Îlham Ehmedê eşkere kir ku wan bi hikûmetê re li ser vê xalê li hev kiriye:
"Zimanê Kurdî dê bi rêjeya 3 saetan di hefteyê de bikeve nava bernameya perwerdeyê û her wiha çar babet jî dê bi zimanê Kurdî bên xwendin."
Lê wê dîsa tekez kir ku daxwaza wan a bingehîn naskirina destûrî ya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî ye ku wekî zimanekî fermî yê pêkhateya Kurd were qebûlkirin.
Wê diyar kir ku xwendekarên li Rojavayê Kurdistanê ev 14 sal in bi zimanê Kurdî xwendine û piraniya wan zimanê Erebî nizanin.
Wê got ku ev rewş pirsgirêkeke pratîkî çêdike û pêwîstiya wê bi qonaxeke veguhêz û çareseriyeke destûrî ya zelal heye.
Dr. Necîb Xedban li ser vê mijarê got ku ew ti metirsiyan di pirzimanîtiyê de nabînin.
Wî destnîşan kir ku pejirandina mafên pêkhateyan piştî çendîn dehsalan ji dûrxistina ji aliyê desthilata berê ve pêwîstiyeke niştimanî ye.
Amy Austin Holmesê jî piştgirî da vê nêrînê û got ku divê li kêleka zimanê Erebî giringî bi zimanên din ên li Sûriyeyê jî were dayîn wekî stûneke pirrengî û aramiyê.
Rola jinê û rewşa YPJyê
Îlham Ehmedê pirsa beşdariya jinan a di navendên biryardanê de jî anî zimên.
Wê dilgiraniya xwe li hemberî paşketina hebûna jinan a di qada giştî de piştî pêvajoya entegrasyonê nîşan da û nebûna pergala "hevserokatiyê" û serdestiya nûnertiya mêran wekî sedem nîşan da.
Îlham Ehmedê beşek ji dan û standinên dosyeya leşkerî eşkere kir û got:
"Li ser Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), nehate qebûlkirin ku ew tevlî nava kadroyên artêşa Sûriyeyê bibin. Di dawiyê de lihevkirin hat kirin ku ev yekîne di çarçoveya tabûrên taybet de bi Wezareta Karên Navxwe ve bên girêdan."
Dr. Necîb Xedban jî piştgiriya xwe ya ji bo bihêzkirina jinên Sûriyeyê anî zimên.
Wî tekez kir ku jinan di salên şer de gelek êş kişandin û mafê wan ê rewa ye ku bi rengekî dadperwer di hemû saziyên dewletê, qadên aborî û siyasî de cih bigirin.
Holmesê jî li ser vê yekê banga zêdekirina beşdariya jinan kir da ku mil bi mil ligel mêran di saziyên Sûriyeyê de bin ji bo avakirina civakeke
Valahiya ewlehiyê û dosyeya Siwêdayê
Beşdarên panelê di gotûbêjan de bal kişand ser lawaziya ewlehiyê ya ku bi qonaxa veguhêz re derketiye holê.
Îlham Ehmedê hişyarî da ku piştî pêkanîna gavên entegrasyonê valahiya ewlehiyê çêbûye û asta revandin, kuştin û talankirinê bilind bûye.
Wê her wiha hişyarî da ku destwerdanên derve hewl didin rewşê aloz bikin û aloziyên di navbera Kurd û Ereban de geş bikin da ku pevçûneke navxweyî pêxînin û got ku ev yek di xwenîşandan û provokasyonên dawî de diyar bû.
Xedban jî da zanîn ku aramiya niştimanî pêwîstî bi çareserkirina hemû dosyayên hilawêstî heye, di serî de dosyeya parêzgeha Siwêdayê ku parçeyeke bingehîn a Sûriyeyê ye û çareseriyeke lezgîn dixwaze.
Xedban her wiha binpêkirinên Îsraîlê û destwerdanên wê yên li başûrê Sûriyeyê şermezar kirin.
Aborî, nûavakirin û hevkariya herêmî
Beşdaran rewşa xirab a aboriyê jî nirxand.
Xedban diyar kir ku 14 salên şer zêdetirî ji sedî 70yî binesaziya Sûriyeyê wêran kiriye û nîvê gelê Sûriyeyê aware kiriye.
Wî desthilata têkçûyî wekî berpirsa herî mezin a vê wêraniyê bi nav kir û da zanîn ku rûbirûbûna hejariyê û nûavakirin bingeha vejîna welêt in.
Holmesê amaje bi çavkaniyên Sûriyeyê kir û got:
"Cihê dilgiraniyê ye ku li Sûriyeyê rezervên têr ên petrolê nînin ku bikaribe vejîneke aborî ya bilez misoger bike."
Wê destnîşan kir ku pîvana rasteqîn ji bo serkeftina “Sûriyeya Nû” dê girêdayî şiyana wê ya ji bo dabînkirina vegera bi rûmet û ewle ya aware û penaberan be.
Xedban li ser siyaseta derve û vegera Şamê ya herêmê da zanîn ku Sûriye ji dewleteke ku teror, penaber û madeyên hişbir dişandin derve, veguheriye şirîkekî çalak di aramiya herêmê û projeyên aborî de.
Wî rêza barhilgirên ku petrola Îraqê bi rêya korîdorên navneteweyî digihînin deryaya Sûriyeyê, îmzekirina 13 peymanên hevkariyê yên bi Urdinê re û pêwendiyên bi Libnanê re wekî mînak nîşan dan.
Xedban her wiha pesnê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji Şamê da û ew wekî "serdaneke gelekî erênî ku asoyên berfireh ji bo hevkariya dualî vekir" bi nav kir.
Wî destnîşan kir ku pêgeha Sûriyeyê dihêle ku bibe xelekeke stratejîk a girêdanê di navbera Îraq, Kendav, Tirkiye û Ewropayê de.
Pêvajoya siyasî û hilbijartin
Rûniştin bi nirxandina Îlham Ehmedê ya li ser rêgezên qonaxa nû bi dawî bû.
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku divê proseya siyasî ya berfireh bibe sedema amadekirina destûreke mayînde ji bo welêt.
Wê her wiha bangî amadehiyê ji bo hilbijartinên dadperwer ên di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî de kir da ku avakirina Sûriyeyeke serbixwe û xwedî serwerî pêk were, hemû pêkhateyên xwe nas bike û yekparçeyiya xaka xwe biparêze.



