Hewlêr (Rûdaw) - Li 66 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baran û tozê hat dayîn.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê rapora rewşa hewayê ya 12ê Cotmehê belav kir.
Li gorî raporê, li 66 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barana bi brûsk û dijwar tê çaverêkirin.
Li gel hişyariya baranê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê metirsiya rabûna tozê jî heye.
Hewa dê hinek caran ewr be û pileyên germê dadikevin
Li gorî nirxandinên dawî, ji bilî bajarên Erdexan û Îdirê dê li hemû bajarên din ên Bakurê Kurdistanê hewa hinek caran ewr be û baran jî dê bibare.
Germahî jî dê li deverên başûr û rojavayê Tirkiyeyê di navbera 4 û 6 pileyan de dakeve.
Baraneke dijwar dê bibare
Li gorî daxuyaniyê, dê barana herî dijwar li bajarên Dêrsim, Xarpêt (bi taybetî rojhilatê bajêr), Şirnex, Amed, Riha, Mêrdîn, Êlih, Sêrt, Dîlok, Kilîs û Semsûrê bibare.
Saziyê ji bo van bajaran hişyariya lehiyên ji nişka ve da û xwest ku welatî li hemberî rewşên neyînî tedbîrên xwe wergirin.
Metirsiya rabûna tozê
Metirsiyeke din a li ser herêmê jî rabûna tozê ye.
Li bajarên Dîlok, Riha, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Şirnexê tê çaverêkirin ku pêlên tozê rabin û bandoreke xirab li hewayê bikin.
Saziya Keşnasiyê bi taybetî ji bo nexweşên ku tengenefesiya wan heye hişyarî da û xwest ku baldar bin.
Bajarên ku dê barana asayî li wan bibare
Li aliyê din bajarên wekî Wan, Colemêrg, Agirî, Qers, Erzirom, Erzingan, Meletî, Bedlîs, Mûş û Çewlîgê jî dê rojeke parçeewrî û bi baran derbas bikin.
Li van deveran metirsiya baraneke zêde giran an jî pêla tozê nehatiye ragihandin.
Li seranserê Tirkiyeyê jî bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Antalya, Enqere û gelek bajarên din ên herêmên Marmara, Ege û Deryaya Reş dê di bin bandora barana bi brûsk de bin.



