Hewlêr (Rûdaw) – Jinên ji parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ji rûnê bikarhatî sabûnê ji fêkiyan jî sîrkeyê çêdikin.
Bi salan e pispor û zanyar hewl didin ku rê li ber avêtina xwarinê bigirin.
Gelek rê û rêbazên jinûvebikaranîna xwarinê hene lê ev yek pêwîstî bi xebatê û perwerdeyê dibîne.
Li Meletiyê şaredariyê otobuseke kevn veguherandiye cihê kar û fêrkirinê.
Di vê atolyeyê de hinek jin fêr dibin ka ew dê çawa xwarinê neavêjin û careke din bi kar bînin.
Atolyeyek di nava otobuseke kevn de
Di vê atolyeya gerok de jin fêr dibin ku xwarinê israf nekin û bermayiyan ji nû ve bi kar bînin[2].
Şaredariya Bajarê Mezin a Meletiyê vê projeyê bi rê ve dibe.
Berpirsa Atolyeyê û Endezyara Makîneyê Behiye Cengîlê li ser projeyê got:
"Gelek xwarin li malên me hene, li şûna ku em wan biavêjin çopê, em dikarin wan ji nû ve bi kar bînin.
Li vir em nîşanî jinan didin bê çawa ew dikarin ji rûnê bikarhatî sabûneke dostê jîngehê û ji fêkiyan jî sîrkeya xwezayî çêbikin."
Çandinî li malê
Di beşa çandiniyê de jî jin fêr dibin ka ew dê çawa li baxçe yan jî li ber deriyê mala xwe şînkahiyê biçînin.
Armanc ew e ku ew bikarin aboriya xwe bi xwe pêk bînin û têkiliya xwe bi xwemalkirinê re xurt bikin.
Yek ji beşdarên atolyeyê Bînnur Kalafatogluyê got:
"Berê ti ezmûnên min nebû lê di vê atolyeyê de ez fêrî çêkirina sabûn û sîrkeyê bûm. Ez dixwazim vî karî bidomînim."
Sema Şik jî ku tevlî atolyeyê bûye, kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman:
"Li vir me li ser jinûvebikaranîna bermayiyan zanyarî wergirtin. Bi vî karî em hem xwezayê diparêzin hem jî alîkariya aboriya malbatên xwe dikin."
Bermayî ji nû ve tên nirxandin
Ev otobusa kevn a ku berê ji bo xurdxaneyê hatibû veqetandin, niha li Meletiyê veguheriye navendeke perwerdeyê.
Bi saya vê projeyê, jin hem rê li ber îsrafê digirin û bermayiyan ji nû ve dinirxînin, hem jî jîngehê diparêzin û hevkariya aboriya mala xwe dikin.


