Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, keça 21 salî Suzan Durmana ku bi hinceta çûyîna nexweşxaneyê ji malê derketibû, 10 roj in winda ye û çarenivîsa wê nayê zanîn.
Malbata Durmanan ji bo dîtina keça xwe bangî rayedaran dike.
Bûyer li gundekî navçeya Pasûrê ya Amedê qewimî.
Li gorî nûçeya Amîda Haberê, Suzan Durmana 21 salî serê sibeha 21ê Çiriya Pêşîn ji malbata xwe re gotiye ku ew ji bo kontrola tenduristiyê diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Pasûrê û li mînîbusa gund siwar bûye lê ji wê rojê ve venegeriyaye malê.
Bavê Suzanê Îlhamî Durman li ser roja windabûna keça xwe axivî û da zanîn ku keça wî saet derdora 07:15an bi mînîbusê ber bi navenda Pasûrê ve bi rê ketiye û got:
"Nîvro dayîka wê telefonî wê kir. Keça min got ku encamên pişkinînên wê dê piştî nîvro derkevin.
Ji ber ku nikare xwe bigihîne mînîbusa vegera gund, ew dê şevê li cem xizmên me yên li bajêr bimîne.
Ji ber ku li Pasûrê xwişk, bira û xizmên me yên nêzîk hene, wê rojê em zêde bi guman nebûn."
"Qet neçûye nexweşxaneyê"
Îlhamî Durman diyar kir ku roja din dayîka wê careke din telefonî wê kiriye lê telefona wê nehatiye vekirin û pê de çû:
"Piştî ku xizmên me gotin Suzan neçûye cem wan, birayê wê bi rêya WhatsAppê pê re axivî.
Suzanê got 'Mereq nekin ez dê bêm' lê piştî 4 rojan telefona wê bi temamî hat girtin.
Me yekser serî li hêzên ewlehiyê da û agahiya windabûnê da.
Di lêkolînên polîsan de derket holê ku keça min qet neçûye nexweşxaneyê."
"Tenê em zanibin sax e bes e"
Bavê Suzanê ji bo dîtina keça xwe bangî rayedaran kir û got:
"Em ne malbateke zordest in. Keça min li kû derê dibe bila bibe, bes e tenê peyamekê bide me û em zanibin sax e.
Ez ji rayedaran dixwazim ku keça min bibînin û agahiyekê li ser rewşa tenduristiya wê bidin me.
Eger nexwaze vegere jî em tiştekî jê re nabêjin, tenê bila em pê bihesin ku sax e."
Hêzên ewlehiyê yên Amed û Pasûrê ji bo dîtina Suzan Durmanê xebatên lêgerînê didomînin.
.jpg&w=3840&q=75)


