Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar bertek nîşanî zêdebûna qerebalixiya trafîkê ya li navenda bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê da.
Parlamenterê Wanê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Zulkuf Uçar da zanîn ku tevî ku nifûsa parêzgehê nêzîkî 1,5 milyon e jî, xelkê bajêr wekî bajarê Stenbolê yê 16 milyonî di trafîkê de rûbirûyî zehmetiyan dibe.
Zulkuf Uçar hikûmet û birêvebiriya qeyûm tohmetbar kir ku li hemberî vê pirsgirêkê bêdeng in û çareseriyeke mayînde nabînin.
Parlamenterê DEM Partiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî derbarê aloziya trafîka Wanê daxuyaniyek belav kir.
Uçar destnîşan kir ku xelkê bajêr rojane neçar dimîne bi saetan li ser rêyan li benda vebûna rê bisekine û ev rewş bandoreke gelekî xerab li karsazî û jiyana rojane dike.
Zulkuf Uçar anî zimên ku wan ev pirsgirêk gelek caran gihandiye asta herî bilind a biryardanê û got:
"Me pirsgirêka trafîka Wanê gelek caran bir rojeva Parlamentoya Tirkiyeyê lê tevî hemû hewldanan jî wezareta pêwendîdar berpirsyariya xwe bi cih neanî û çareserî bi pêş nexist."
"Birêvebiriya qeyûm tenê temaşevan e"
Uçar rexne li birêvebiriya qeyûm a li şaredariyê jî girt û got ku birêvebiriya qeyûm tenê temaşevanê vê pirsgirêka veguhastinê ye û ji bo rizgarkirina xelkê ji vê tengasiyê ti projeyên mayînde pêk nayîne.
Parlamenterê Wanê li Xaçerêya Semawerê ya Wanê di dîmenekî de derbarê rewşa bajêr wiha axivî:
"Ev ne pirsgirêkeke nû ye û bi salan e Wan û xelkê wê rûbirûyî vê pirsgirêkê dibin.
Ev wêneyekî nêrîna dewletê ya ji bo Wanê ye.
Xelkê Wanê ji ber bicihneanîna berpirsyariyên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di destê qeyûm de rûbirûyî zilmeke mezin dibe.
Hema bêje her roj di van deman de qerebalixiyeke zêde çêdibe.
Îro jî bi saetan e trafîk xitimiye û welatî di otomobîlên xwe de asê mane.
Mixabin li vê derê ti karmendên hikûmetê an jî şaredariyê nînin û ti destwerdan li vê rewşê nayên kirin.
Ev pirsgirêk her tim di rojeva gel û me de ye.
Me her tim aniye zimên û em dê ji niha û pê ve jî bînin zimên."
Li Wanê hejmara wesayîtan 91 hezar derbas kiriye
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), sala 2025an hejmara giştî ya wesayîtên tomarkirî yên li ser trafîka parêzgeha Wanê gihîştiye 91 hezar û 918 wesayîtan.
Dabeşbûna van wesayîtan li gorî cureyên wan bi vî rengî ye:
· Otomobîl: 35 hezar û 761
· Kamyonet: 23 hezar û 798
· Traktor: 9 hezar û 736
· Motorsîklet: 8 hezar û 848
· Mînîbus: 6 hezar û 195
· Barhilgir: 5 hezar û 903
· Otobus: 862
· Wesayîtên ji bo armancên taybet: 815
❗️Van 1,5 milyon nüfusu olan bir kent ama 16 milyonluk İstanbul’un trafiğini yaşıyor. ❗️Yurttaşlar saatlerce trafikte beklemek zorunda kalıyor. ❗️Bu konuyu defalarca meclise taşıdık; ancak bakanlık üzerine alınmıyor, gaspçı kayyım ise seyretmek ve Wan halkına bu çileyi reva görmekle yetiniyor.
— Zülküf Uçar (@zulkuf__ucar) October 30, 2026



