Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya ku ji nûnerên birêvebiriyên herêmî yên DEM Partiyê pêk tê, li Qamişloyê bi Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî re civiya.
Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, di hevdîtinê de pêvajoya aştî û civaka demokratîk a li Tirkiye û Bakurê Kurdistan û qonaxa entegrasyonê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.
Her wiha her du aliyan li ser projeyên xebata hevpar ên ji bo paşerojê û rêbazên hevkariya ji bo şaredariyên Rojavayê Kurdistanê nerînên xwe parve kirine.
Şandeya DEM Partiyê her wiha li gel Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed jî civiya.
Li gorî ragihandina Parêzgariyê, her du aliyan dosyayên hevbeş û girîngiya bihêzkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirine.
Şandeya DEM Partiyê 7ê vê mehê gihiştibû herêmê û bi bi gelek sazî û dezgehên birêvebiriyê re hevdîtin kiribûn.
Di nava şandeyê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr (li şûna wê qeyûm hatiye danîn), Hevseroka Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê Safiye Aladag, Hevseroka Şaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî, Hevseroka Şaredariya Tetwanê Belqîza Beştaş Epozdemîr û Endama Komîteya Dîplomasiyê Rûken Demîr cih digirin.
Hat ragihandin ku serdanên şandeyê yên li saziyên herêmê dê bidomin.



