Hewlêr (Rûdaw) - Du mamosteyên Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê ji ber beşdariyên xwe yên zanistî û bandora lêkolînên xwe, ketin nav lîsteya salane ya Zanîngeha Stanfordê ya “ji sedî 2 zanayên herî bibandor ên cîhanê.”
Li gorî ragihandina Saman Ebdulahê Berpirsê Ragihandinê yê Zanîngeha Selahedîn-Hewlêrê Dr. Botan Cewdet Ebdulah ji Beşa Fîzîkê û Dr. Haje Omer Usman ji Beşa Kîmyayê di rêzbendiya bi prestîj a Zanîngeha Stanfordê de cih girtiye.
Ev lîsteya ku bi hevkariya dezgeha weşangeriyê ya navdar "Elsevier" û bi bikaranîna amarên ji databasa "Scopus"ê tê amadekirin, bandora zanistî ya lêkoleran a li seranserê cîhanê dinirxîne.
Dr. Botan Cewdetê ku yek ji wan zanayan e bû mêvanê bultena Nûrojê ya Rûdawê ku Nalîn Hesen pêşkêş dike û behsa girîngiya vê destkeftê û hûrgiliyên lêkolînên xwe kir.
Dr. Botan Cewdet diyar kir ku ew di warê "zanista nanoyê" de kar dike, ku wek "zanista herî nû yê sedsalê" tê binavkirin û got:
"Ji destpêka karê xwe yê akademîk ve, ez di warê zanistê nanoyê de dixebitim. Wekî Kurd, ez yekem kes bûm ku li Kurdistan û Îraqê di vî warî de lêkolîn kir."
Dr. Botan Cewdet ji bo ravekirina teknolojiya nanoyê mînakên sade anîn ziman û got:
"Ew ekranên ku niha li ber destê me ne, çima wisa zirav bûne? Berê gelekî stûr bûn. Çi tiştî ew wiha zirav kirin? Zanist li pişt wê heye, em jê re dibêjin zanista nanoyê."
Ev cara yekem e ku mamostayekî Zanîngeha Selahedînê dikeve nav vê lîsteyê ku ev yek ji bo zanîngehê wekî bûyereke dîrokî tê hesibandin.
Dr. Botan Cewdet destnîşan kir ku ev serkeftin ne tenê ji bo wî, ji bo Zanîngeha Selahedînê û Herêma Kurdistanê bi giştî jî girîng e.
"Divê planên te hebin"
Dr. Cewdet amaje bi wê yekê kir ku gihîştina asta cîhanî hewldan û westaneke mezin dixwazin û got:
"Bê guman, yanî bi dilniyayî, eger te bivê tu li ser cîhanîbûnê kar bikî, divê tu jê re westiyayî bî, divê tu karî jê re bikî, divê planên te hebin."
Lîsteya Zanîngeha Stanfordê 22 warên zanistî yên sereke û nêzîkî 170 binwarên hûr li xwe digire.
Tenê ji sedî 2yê zana û lêkolerên cîhanê piştî nirxandineke hûr, derbasî vê lîsteyê dibin.
Dr. Botan Cewdet di heqê sûda vê destkeftê ya ji bo rêzbendiya zanîngehê de got:
"Eger em karibin bi çend pîvanan ber bi cîhanîbûnê ve herin, zanîngeha me zêdetir bi xelkê û bi cîhanê tê nasandin."
Dr. Botan Cewdet hêvî kir ku ev serkeftin ji bo ciwanên Kurd bibe dehfderek ku berê xwe bidin zanistên nû û di warê dahênanê de kar bikin da ku navê Kurdistanê di qada zanistî ya cîhanê de bilindtir bikin.


