Dêrsim (Rûdaw) - Baroya Dêrsimê 14emîn Kongreya Asayî pêk anî û hilbijartina serokatiyê de Dîlan Torun û Reyhan Helîn Bulutê hevrikî kir.
Torun bi 31 dengan, hevrika xwe tenê bi dengekî derbas kir û bû seroka baroyê.
Lê Reyhan Helîn Bulutê diyar kir ku ew dê ji ber hinek binpêkirinan îtirazî encaman bikin.
Kongreya Baroyê doh li Otela Şarogluyê hat lidarxistin û demjimêr 10:00an dest pê kir.
Ji bilî parêzeran, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî kongreyê bûn.
Bernameyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna qurbaniyên êrişa 10ê Çiriya Pêşîn a 2015an a li Gara Enqereyê dest pê kir.
Piştre Serokê Baroyê yê dema borî Dogukan Kudat, namzed Torun û Bulut û Parlamenter Ayten Kordu axivîn.
Beşdaran xebatên baroyê yên serdema borî nirxandin û li ser planên dema nû axivîn.
Giranî dan hiqûq, mafê jinan û ekolojiyê
Di axaftinan de zêdetir bal kişandin ser serweriya hiqûqê, parastina serbixwe, mafê darizandina dadperwer û parastina azadiyên bingehîn.
Hat diyarkirin ku baro ne tenê mafê pîşeyî yê parêzeran diparêzin; ji bo pêkanîna dadperweriya civakî û rawestandina binpêkirina mafan jî baro xwedî berpirsyariyên mezin in.
Mijarên wekî mafê jinan, rawestandina tundiya li ser jinan, tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardayînê û pirsgirêkên xwezaya Dêrsimê jî ketin rojeva kongreyê.
Beşdaran xwest ku ji bo parastina jîngeha bajêr û rêlibergirtina li talana xwezayê, têkoşîneke hiqûqî ya xurt bê meşandin.
Sindoq hatin danîn: 31-30
Piştî nirxandin û axaftinan ji bo hilbijartina serok, lijneyên birêvebirî, dîsîplîn û çavdêriyê û delegeyên Yekîtiya Baroyan, sindoq hatin danîn.
Baro ji 72 endaman pêk tê û ji wan 61 parêzer çûn ser sindoqan.
Dengdanê heta saet 17.00an berdewam kir. Di hejmartina dengan de Dîlan Torunê 31 deng û Reyhan Helîn Bulutê jî 30 deng standin.
Bi vî awayî Torun tenê bi dengekî zêde, serokatiya Baroya Dêrsimê stand.
Bulut li ber radibe
Dema encam eşkere bûn, namzeda din Reyhan Helîn Bulutê diyar kir ku di dengdanê de nelirêtî çêbûne.
Bulutê ragihand ku parêzerekî 90 salî tevî hevjîna xwe ketiye cihê dengdanê û ji ber vê yekê ew dê li ber encamê rabin.
Ji ber ku di navbera her du berbijêran de tenê dengek heye, niha çavê her kesî li encama vê îtirazê ye.
Biryara dawî dê piştî lêkolîna saziyên pêwendîdar eşkere bibe.



