Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser aloziyên van demên dawî yên li bajarê Hisîçayê dilgiraniya xwe anî ziman û got, “Em şovenîzmê red dikin.”
ENKSyê daxuyaniyek li ser xwenîşandan û aloziyên li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê belav kir û bal kişand ser bûyerên vê dawiyê.
ENSKyê destnîşan kir ku xwenîşandan bi dirûşmên teşwîqker bi rê ve çûne û ev yek bûye sedema alozî û dilgiraniyê di navbera pêkhateyên herêmê de.
“Em gotinên şovenîst red dikin”
ENKSyê da zanîn ku ew gotinên şovenîst red dikin û ragihand ku divê rola saziyên dewletê bê bihêzkirin û kar û barên îdarî û ewlehiyê bên rêkxistin.
Li gorî ENKSyê, ev yek divê bi rêya bicihanîna cidî ya peymanan pêk were û divê ev gav dûrî ferzkirina siyaseta emrî waqî bin.
bihevrejiyan
ENKS da zanîn pirneteweyî û pirkulturiya li Sûriyeyê wekî stûneke sereke ya yekrêziya civakê dibîne û got:
“Ereb, Kurd, Suryanî-Aşûrî, Ermenî û pêkhateyên din li vê herêmê bi hev re dijîn.”
ENKSyê ji bo parastina pêwendiyên di navbera xelkê de daxwaza rêzgirtina li taybetmendiyên neteweyî û kulturî kir.
Her wiha ENKSyê xwest ku zimanê diyalogê li herêmê serdest be û berpirsyariya niştimanî li ber çavan bê girtin.
Bangî xelkê Hisîçayê kir
ENKSyê di dawiya daxuyaniyê de bangî xelkê parêzgeha Hisîça û hemû pêkhateyan kir.
ENKSyê xwest ku xelk aram be, xwe bigire û hemû cureyên teşwîqkirina kîn û nefretê red bike.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku parastina aştiya civakî berpirsyariyeke exlaqî û niştimanî ya hevpar e.
Her wiha hat xwestin ku dewlet ewlehî û aramiyê dabîn bike û mafên welatiyan biparêze.



