Agirî (Rûdaw) - Koçberbûna ciwanan a ji parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê berdewam dike.
Ev çend sal in ciwanên Agiriyê ji ber nebûna derfetên kar û xerabiya rewşa aboriyê, bi rêya Meksîkayê berê xwe didin Amerîka û Kanadayê.
Ciwan ji bo vê rêwîtiyê herî kêm 10 hezar dolaran didin qaçaxçiyan û li gorî gotina xizmên wan, ew bi rojan di kampan de di nav şert û mercên gelekî giran de dimînin.
Kal û pîr mane
Nesîm Adiyaman ji gundê Girekolê yê Agiriyê ye û bi dilekî tijî hesret distirê.
Kurekî wî û nêzîkî 30 xizmên wî ji ber nebûna debarê gundê xwe li pey xwe hiştine û çûne Meksîka, Amerîka û Kanadayê.
Koçberbûna ciwanan a ji Agiriyê gihîştiye wê astê ku li gundan êdî tenê çend heb kal û pîr mane.
Nesîm Adiyaman derbarê rewşa xwe got:
"Ji malbata min niha derdora 30 kesan li Kanadayê ne û lawê min jî çûye Kanadayê, Lawê min li Amedê 4 salan zanîngeh jî xwendibû lê digot ez naxwazim di van şertên Tirkiyeyê de bijîm."
"Li vir jiyan nema”
Brahîm Xelîl jî ciwanekî ji heman gundî ye. Ji gundê wî heta niha derdora 70 ciwanan berê xwe daye Meksîka, Kanada û Amerîkayê.
Ew jî xwe ji bo çûyînê amade dike lê pêdiviya wî bi 10 hezar dolaran heye da ku bide qaçaxçiyan.
Brahîm Xelîl Adiyaman li ser hewldana xwe ya çûyînê got:
"Li vir jiyan nema, li Agiriyê kar nema, ez dixwazim biçim Kanadayê cem kekê xwe. Ez dixwazim li wir bixebitim. Niha derfeta min ya çûnê tune lê Xwedê bike nesîb ez ê herim."
Xelk berê xwe dide paşerojeke nediyar
Li gorî gotina gundiyan, ciwan ji ber bêkariyê û rewşa xerab a aboriyê êdî naxwazin li gundên xwe bimînin.
Ew neçar dibin ku xwe radestî qaçaxçiyan û paşerojeke nediyar bikin.
Ji ber ku ev pêvajo hemû bi qaçaxî tê meşandin, li ser hejmara wan ti amara fermî nîne.
Ehmed Adiyamanê ji heman gundî anî zimên:
"Niha ji xizmên min nêzikî 15-20 malbat çûne Ewropayê, pismamên min, xwediyên min, birazî û xwarziyên min û kurekî min çûne. Niha êdî kar û jiyana wan hemû li wir e."
Emrah Atalayê ji gundê Girekolê jî li ser koçberbûna xizmên xwe wiha axivî:
"Apekî min çû, birayê min çû, xalên min û apê min zû de çûne, nivê xizmên me çûne ji ber nebûna debarê çûn."
“Hema kes nema”
Hecî Salihê Girekolî jî behsa xalîbûna gund kir û got:
"Em gelekî xemgîn dibin, niha li gundê me hema kes nema em bi hev re li mizgeftê nimêja xwe bi hev re bikin, ji ber çûna ciwanan û vala bûna gundê xwe em xemgîn in."
Salane bi hezaran ciwan koç dikin
Li gorî amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyeyê, sala 2025an hejmara nifûsa Agiriyê 10 hezar û 791 kes kêm bûye.
Beşek ji raporên nefermî jî amaje bi wê yekê dikin ku salane herî kêm 3 hezar ciwan ji Agiriyê diçin Meksîkayê û hejmara wan a giştî gihîştiye derdora 30 hezar kesî.


