کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kobanî / Wêne: Arşîv

Kobanî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Li Kobaniyê qeyrana aboriyê: Di 2 salan de hêza kirînê nema

Şivan Misî

Şivan Misî

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Şivan Misî
Şivan Misî24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin
Kurdistan24-11-2026

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin

Parlamentoya Kurdistanê: Biryarên Îraqê binpêkirina mafên destûrî ne
Kurdistan24-11-2026

Parlamentoya Kurdistanê: Biryarên Îraqê binpêkirina mafên destûrî ne

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin
Kurdistan24-11-2026

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ev 22 meh in li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê jiyana xelkê gelekî zehmet derbas dibe û pêla bihabûnê bandor li hemû warên jiyanê kiriye.

Li kolanên Kobaniyê jiyana rojane berdewam e lê lêçûnên wê bi awayekî berbiçav guherîne.

Di nava 22 mehan de bihayê sotemenî, xwarin û veguhastinê çend qat bilind bûye.

Bihayê mazotê ji hezar û 50 lîreyê Sûriyeyê derket 15 hezarî

Li gorî lîreyê kevin, mazota germkirinê ku berê lîtreyek bi hezar û 50 lîreyê Sûriyeyê bû niha gihîştiye 15 hezar lîreyî.

Welatiyê bi navê Siîd Miheme li ser rewşa giran wiha got:

"Me berê bi 4 hezar lîreyî dikirî lê niha bûye 15 hezar lîre û em nikarin bikirin. Em bê mazot rezîl bûne, em nikarin lîtreyekê jî bikirin.

Em rezîl û riswa bûne, ne mazot heye ne tiştek, her tişt li me biha bûye û bûye ar."

Her wiha bihayê tûpê mitbexê jî ji 10 hezar lîreyî bilind bûye û gihîştiye nêzîkî 170 hezar lîreyî.

Firoşkarê gazê Qehreman Hesen li ser bilindbûna bihayê gazê wiha axivî:

"Beriya 2025an her tûpek bi 10 hezar lîreyî bû. Niha 2026 e û em dê bikevin 2027an, tûp bûye 175 hezar lîre.

Di navberê de 165 hezar lîre ferq heye. Milet nikare 2 kîs nan bikire. Ji bo dewlemendan ferq nake lê ma her kes dewlemend e?"

Nirxê goşt û pêdiviyên rojane bilind bûye

Xwarin û pêdiviyên rojane jî barê li ser milê malbatan girantir kiriye û kîloyek goştê pez ji 50 hezar lîreyî gihîştiye ser 140 hezar lîreyî.

Qesab Mehmûd Ehmed diyar kir ku xelk êdî nikare goşt bikire û got:

"Sala 2025an kîloyek goşt bi 50 hezar lîreyî bû lê niha bûye 180 hezar lîre. Goşt pir biha dibe.

Berê erzan bû û xelkê dixwar lê niha xelk nikare bikire. Xelk ketiye hev û bi carekê de pir biha bû."

Xwediyê supermarketê Şêx Nebî jî bal kişand ser bihabûna rojane ya kel û pelan û wiha axivî:

"Kel û pel pir biha bûne. Rojekê tên, wekî mînak eger îro bi 100 hezar lîreyî be sibe dibe 120 hezar. Bi carekê de biha dibe. Pere ji xelkê re nayên, ew li gorî xwe dikire û ji wê zêdetir nikare bikire."

Kirêya rêwiyan bûye 15 hezar lîre

Pêla bihabûnê bandor li veguhastinê jî kiriye û kirêya rêwiyekî ya ji Kobaniyê heta Şêranê ji 2 hezar lîreyî bûye 15 hezar lîre.

Şofêrê mînîbûsê Mistefa Elo rewşa xwe wiha anî zimên:

"Berê em bi 2 hezar lîreyî diçûn û dihatin lê niha bi 15 hezar lîreyî."

Digel ku li Kobaniyê di nava kêmtirî du salan de nirx çend qat bilind bûne, pirsa sereke ya xelkê ev e:

"Gelo dahata wan bi heman rêjeyê zêde dibe da ku bikaribin bijîn?"

Nûçeyên Têkildar

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin
Kurdistan24-11-2026

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin

Parlamentoya Kurdistanê: Biryarên Îraqê binpêkirina mafên destûrî ne
Kurdistan24-11-2026

Parlamentoya Kurdistanê: Biryarên Îraqê binpêkirina mafên destûrî ne

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin
Kurdistan24-11-2026

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin

Pirsên