کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Parlamentoya Kurdistanê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê: Biryarên Îraqê binpêkirina mafên destûrî ne

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin
Kurdistan24-11-2026

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin

Li Kobaniyê qeyrana aboriyê: Di 2 salan de hêza kirînê nema
Kurdistan24-11-2026

Li Kobaniyê qeyrana aboriyê: Di 2 salan de hêza kirînê nema

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin
Kurdistan24-11-2026

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li ser biryarên herî dawî yên Bexdayê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Parlamentoyê di daxuyaniyê de dilgiraniya xwe anî zimên û destnîşan kir ku daxuyaniya Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê "mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bin pê dike."

Di daxuyaniya ku îro hat belavkirin de, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ducare kir ku her rêkareke li derveyî rêyên destûrê, li dijî prensîba dabeşkirina desthilatan a di navbera asta federalî û herêmê de ye.

"Ruhê hevkariyê û peymana niştimanî lawaz dike"

Parlamentoyê da zanîn ku gavên bi vî rengî zererê didin pêwendiyan û li pey çû:

"Rêkarên bi vî rengî ruhê hevkariyê û peymana niştimanî ya ku Îraqa nû li ser hatiye damezirandin lawaz dikin.

Ev rêkar li şûna çareseriyê, pirsgirêkan aloztir dikin û ewlehî û aramiya giştî dixin metirsiyê."

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê her wiha destnîşan kir ku divê yekalîkirina her nakokiyeke di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi rêya destûrê û mekanîzmayên wê be, "ne bi rêya daxuyaniyên medyayî û gavên yekalî."

"Divê çareserî li gorî destûrê be"

Serokatiya Parlamentoyê bangî hemû saziyên federalî kir ku destûrê bikin bingeha gavên xwe û wiha pê de çû:

"Em bangî hemû saziyên federalî dikin ku dan û standina rasterast û pêbendbûna bi teksta destûrê bikin bingeha rêya çareseriyê."

Daxuyaniya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê

"Parlamentoya Kurdistanê bi dilgiraniyê li wê daxuyaniyê dinêre ku îro ji aliyê Berdevkê Hêzên Çekdar ên Îraqê ve hat belavkirin û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bin pê dike.

Destûra Îraqê pergala desthilatdariya welêt wekî federalî diyar kiriye û Herêma Kurdistanê wekî herêmeke federal nas kiriye. Mafê bikaranîna desthilata yasadanîn, bicihanîn û dadweriyê dayê.

Herêma Kurdistanê yek ji damezirînerên wê pergala federal bû ku destûra sala 2005an ava kiriye û her tim pêwendiyên xwe yên bi Bexdayê re li ser bingeha maf û erkên destûrî bi rê ve biriye.

Em wekî saziya yasadanînê ya Herêmê û nûnerên îradeya gelê Kurdistanê, parastina pêgeha destûrî û desthilatên yasayî yên Herêmê wekî erka xwe ya niştimanî û destûrî dibînin.

Em ducare dikin ku her rêkareke li derveyî rêyên ku destûrê diyar kirine, li dijî prensîba jihevdexistin û dabeşkirina desthilatan a di navbera asta federalî û herêmê de ye.

Her wiha ruhê hevkariyê û peymana niştimanî ya ku Îraqa nû li ser hatiye damezirandin lawaz dike.

Ev cure rêkar li şûna çareseriyê, pirsgirêkan aloztir dikin û ewlehî û aramiya giştî dixin metirsiyê.

Ji ber ku destûr yasaya herî bilind a welêt e, lewma divê yekalîkirina her nakokiyeke di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêmê de bi rêya tekstên destûrê û mekanîzmayên diyarkirî be, ne bi rêya daxuyaniyên medyayî û gavên yekalî.

Em pêşwaziyê li her hewleke ji bo nehêştina gendeliyê û rêlibergirtina binpêkirinên yasayî dikin ku li ser bingeha destûr û yasayan be û bi hevahengiya li gel saziyên pêwendîdar ên Herêmê were kirin.

Em bangî hemû saziyên federalî dikin ku dan û standina rasterast û pêbendbûna bi teksta destûrê bikin bingeha çareseriyê da ku berjewendiya hemû welatiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê were parastin."


Nûçeyên Têkildar

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin
Kurdistan24-11-2026

PSKyê bangî PDK û YNKyê kir: Bi heman berpirsyariyê hikûmeta nû ava bikin

Li Kobaniyê qeyrana aboriyê: Di 2 salan de hêza kirînê nema
Kurdistan24-11-2026

Li Kobaniyê qeyrana aboriyê: Di 2 salan de hêza kirînê nema

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin
Kurdistan24-11-2026

Bi dronan êrişî kampên PDKÎyê hat kirin

Pirsên