Amed (Rûdaw) - Li Amedê 75 karkerên ku di avakirina
Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitîn, bi carekê re ji kar hatin derxistin.
Di nav wan
karkeran de birayên hev jî hene û ji malbatekê çend kes bi hev re ji karê xwe
bûne.
Li ser vê yekê
karkeran li cihê kar dest bi grevê kir û li ber xwe didin.
"Îşê wan
bi me qediya em der kirin"
Karkerê bi navê
Îlhamî Kayadelen ku tevî birayê xwe ji kar hatiye derxistin behsa rewşa xwe kir
û got:
“Îşê wan bi me
qediya em der kirin. Me jî bang li sendikaya xwe kir, em niha dewa heqê xwe
dikin. Kengî wan heqê me da me, em ê wê çaxê dev ji vê berxwedana xwe berdin.”
Karkeran da zanîn
ku wan xwestiye heq û mafên xwe bistînin lê şirketê ew ji kar derxistine.
Mafên xwe
dixwazin
Karkerên di grevê
de nerazîbûna xwe nîşan dan û daxwaza heqê keda xwe kir.
Karker Umîd Ekîn
anî zimên:
“Meaşê me nedane,
roja betlaneyê nedane, em zêde xebitîne heqê me nedane me, betlaneyên me yên
fermî nedane me.”
Karker Yusuf
Tatli jî biryardariya xwe anî zimên û got:
“Dawiya wê mirin
be jî ev çi be jî em dewa xwe bernadin.”
“Em ji vir
naçin”
Karkerê bi navê
Nîzam Tekîn jî got:
“Em dewa heqê xwe
dikin. Heta em heqê xwe negirin em ji vir naçin.”
Her wiha karker
Ilyas Gulunç jî diyar kir ku ew dev ji mafê xwe bernadin û pê de çû:
“Hevalên me giş
yek in, giş qiseyên me yek in. Giş peyva me yek e. Em li vir in, em ji vir
naçin. Heta ku heqê me nedin em ê dinyayê li ser serê wan xera bikin û em ji
vir naçin.”
Sendîka dê
serî li dadgehê bide
Sendîkaya
Karkerên Avahîsaziyê (Yapi Yol Îş) pêşengiya vê greva karkeran dike.
Nûnerên sendîkayê
destnîşan kir ku wan hefteyek dem daye şirketê û eger şirket bi paş ve gavan naavêje
ew dê berê xwe bidin dadgehê.
Nûnerê Yapi Yol
Îşê Bariş Kaya li ser pêvajoyê got:
“Parêzerên me
serlêdanên me amade dikin. Em ê her hevalek weke kes, takekes biçin dadgehê.”
Li Tirkiyeyê
dadgehên kar wekî prensîb pişta karkeran digirin.
Ji ber vê yekê
karker di wê baweriyê de ne ku ew dê bi rêyên hiqûqî bikaribin mafên xwe bistînin.



