Hewlêr (Rûdaw)
- Li parêzgehên Colemêrg
û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê di du qezayên cuda yên trafîkê de zarokek jî di
nav de 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya
Şemzînanê ya Colemêrgê otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîn.
Qeza doh li ser
rêya Şemzînan û Geverê li nêzîkî gundê Harûnan qewimî.
Di encama qezayê
de yek jê zarok bi giştî 8 kesên di nav her du wesayîtan de birîndar bûn.
Li ser
agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên
tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê lê zarokê
birîndar mir.
Li Bêsniyê
peyayek mir
Li aliyê din, li
navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jî otomobîlekê li
peyayekî xist.
Bûyer şeva borî li
nêzîkî Mizgefta Kurşunluyê ya Bêsniyê qewimî.
Otomobîla B.Y. diajot
li Şenol Sonmez xist ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.
Di vê bûyerê de
Şenol Sonmez li cihê bûyerê mir.
Tîmên
tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û termê Sonmez ji bo otopsiyê bir mirîxaneya
Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.
Polîsan şofêrê
otomobîlê desteser kir.



