Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kesê ku li welatiyekî astengdar dabû bi biryara dadgehê hat girtin.
Piştî ku li ser torên civakî dîmenên lêdana kesekî astengdar hatin belavkirin, Serdozgeriya Komarê ya Rihayê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir.
Di çarçoveya lêpirsînê de gumanbarê bi navê A.K. yê ku li wî welatiyî dabû ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Gumanbar piştî kar û barên li Gerînendehiya Ewlehiyê sewqî dadgehê hat kirin.
Dadgehê ji ber "birîndarkirina bi zanebûn" biryara girtina A.K. da û ew şand girtîgehê.



