Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku baskê leşkerî yê PJAKê ye, nasnameya gerîlayekî xwe yê ku 2yê Îlona 2026an li devera Pênciwênê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya YRKê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Bariş Akanê bi nasnavê "Çekdar Paytext" ku ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye, dema li devera Pênciwênê ya Silêmaniyê li ser erka xwe bû, ji ber "bûyereke neçaverêkirî" canê xwe ji dest da.
YRKyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Bariş Akan 2yê Îlona 2026an li Pênciwênê canê xwe ji dest daye lê belê derbarê hûrgiliyên rûdana bûyerê ti agahî nehat parvekirin.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Bariş Akan û gelê Kurdistanê re hate xwestin.
Her wiha YRKyê cih da wê hûrgiliyê ku birayê mezin ê Bariş Akan, Nîzam Akan jî bi nasnavê "Çekdar" sala 1994an di nav refên PKKyê de canê xwe ji dest dabû.
Zanyariyên nasnameya Bariş Akan wiha ne:
• Nav û paşnav: Bariş Akan
• Nasnav: Çekdar Paytext
• Cihê jidayîkbûnê: Amed
• Dîrok û cihê şehadetê: 2yê Îlona 2026an, Pênciwên/Silêmanî
.jpg&w=3840&q=75)


