Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Wekî Tirk, Kurd û Ereban, em wekî artêşa sultanê hezkirî yê rojhilatê Selahedînê Eyûbî ku beriya niha bi temamî 838 salan Qudsa Pîroz ji Xaçperestan rizgar kiribû, mil didin milê hev û dibin yek.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan li merasîma vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Rihayê axivî.
Erdogan diyar kir ku ji dema hatina ser desthilatê ve heta niha wan bi nirxê 1 trilyon û 530 milyar lîreyî veberhênan li Rihayê kiriye û got, "Gotegotên vala nînin, me kar kir kar."
Erdogan anî zimên ku tenê veberhênana di qada veguhastinê de bi ser 91 milyar lîreyî ketiye.
Wî da zanîn ku wan mesafeya rêya dualî ji 28 kîlometreyan derxistiye 630 kîlometreyan.
Erdogan ragihand ku wan Pira Nisêbiyê, Otobana Riha-Bêrecûkê, rêya Riha-Amedê û rêya Riha-Wêranşarê temam kirine û xistine xizmeta xelkê Rihayê.
"Du sal in li malan şîn ranebûye"
Erdogan destnîşan kir ku di serdemekê de ewlehî pirsgirêkeke cidî bû û wiha pê de çû:
"Spas ji Xwedê re, me ew jî çareser kir. Di pêvajoya Tirkiyeya bêteror de her ku em bi pêş ve diçin, bajarên me bi pêş dikevin, zozan, deşt û çiyayên me geş dibin.
Dema telefon lêdixe êdî dilê dayîkan nakeve xofê. spas ji Xwedê re, du sal in li malan şîn ranebûye."
"Wekî artêşa Selahedînê Eyûbî em mil didin hev"
Erdogan diyar kir ku ne tenê li Riha û derdora wê, li derveyî sînoran jî bayekî gelekî cuda dest pê kiriye û got:
"Li Sûriyeya cîrana me, rejîma zordar a ku xwîna milyonek mirovî li ser destên wê bû hat rûxandin.
Li şûna wê birêvebariyeke ku dosteke gelekî nêzîk a Tirkiyeyê ye hat. Niha bi pêvajoya entegrasyonê pirsgirêka terorê ya li wir tê çareserkirin.
Li Îraqê jî bi heman awayî, li wan cihên ku bi salan e bêewlehî lê hebû careke din rewşa ewlehiyê ava dibe.
Wekî Tirk, Kurd û Ereban, em wekî artêşa sultanê hezkirî yê rojhilatê Selahedînê Eyûbî ku beriya niha bi temamî 838 salan Qudsa Pîroz ji Xaçperestan rizgar kiribû, mil didin milê hev û dibin yek.
Di bin ala biratiyê de em hemû dibin rezek, dilek û zendek. Înşalah em dê rojên gelekî xweştir bi hev re bibînin.
Em dê li tevahiya herêma xwe bi hev re bigihîjin wan rojên ku li şûna terorê aramî, li şûna nearamiyê refah û li şûna pevçûnê aştî cih digire.
Ti kes nikare rê li ber vê bigire. Ti kes nikare bikeve navbera me û armanca me ya Tirkiyeya bêteror.
Ji Îraqê heta Sûriyeyê, ji Îranê heta Libnanê ti kes nikare pêşiya serdestbûna aştî, aramî û geşbûna aborî ya li cografyaya me bigire.
Em îro jî wekî roja ewil a destpêkirina rêya xwe bi biryar in. Înşalah em dê welatê xwe û herêma xwe bi we re bigihînin wê paşeroja geş a ku heq dike."



