Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kamyon û otomobîlek li qelibîn û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Bûyer li taxa Palukê ya navçeya Sûrê qewimî.
Li gorî agahiyan, otomobîleke ku di rê de diçû bi kamyonekê qelibî.
Otomobîl piştî ku bi kamyonê qelibî ji rê derket û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tendursitiyê piştî midaxeleya yekem ew 7 birîndaran bi ambulansan birin nexweşxaneyê.
Heta niha derbarê rewşa tenduristiya birîndaran agahiyeke din nehatiye dayîn.
Derbarê sedema qezayê û hûrguliyên bûyerê dest bi lêkolînê hatiye kirin.



