Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber bidawîhatina erkê wî û bi mebesta xatirxwestinê, Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun qebûl kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê yê Hewlêrê Liu Jun daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji ber hewl û xebatên wî yên ji bo bipêşxistina pêwendiyên Çîn û Herêma Kurdistanê yên di warên cuda de spasiya Liu Jun kir û di erka wî ya nû de serkeftin jê re xwest.
Pêwendiyên dualî yên Hewlêr û Pekînê
Konsulê Giştî yê Çînê Liu Jun jî ji ber wê hevkarî û piştgiriya ku di maweyê karê wî de pêşkêşî wî kirine, spasiya Serokatî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.
Konsulê Çînê her wiha tekezî li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo berdewamiya bipêşxistina pêwendiyên dualî kir.
Di hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê ji ber vekirina beşa Kurdî ya li Zanîngeha Pekînê spasiya Çînê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Liu Jun de derfetên berfirehkirina hevkariya hevbeş jî hatine gotûbêjkirin.



