Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê got, “Pêvajo wekî ku Numan Kurtulmuş dibêje bi awayekî bêkêmasî nameşe, giran e û yekalî dimeşe.”
Hozatê her wiha destnîşan kir ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di şert û mercên azad de pêvajoyê bi rê ve bibe.
Hevseroka Konseyê Birêvebir a KCKyê Besê Hozatê di bernameyeke taybet a Medya Haber TVyê de, mijarên wekî pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û rûdanên li Îranê nirxandin.
“Yasaya çarçoveyê ji bingehînbûnê dûr e”
Besê Hozatê destnîşan kir ku "yasaya çarçoveyê" ya ku li parlamentoyê hatiye qebûlkirin daxwazan bi cih neaniye û got ku ev yasa kêm û bi nakok e.
Hozatê wiha anî ziman, “Ev yasa bê guman tam di vê çarçoveyê de nebû. Yasayeke pir kêm, di nav xwe de bi nakok û paradoks e.
Berî her tiştî diviyabû ev yasa azadiya fîzîkî, jiyana azad û mercên xebatê yên Rêber Apo bihewanda.”
Wê diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî hewce ne û wiha berdewam kir:
“Vê yasayê bi temamî ev yek bi cih neanî, ew eşkere ye. Di vê mijarê de pir zehmet e ku mirov bêje ev yasayeke bingehîn e.
Ev gavek e, gaveke hiqûqî ye ku di vê pêvajoyê de derketiye holê û bi pêş ketiye lê ji bilî wê, watedayîna pir zêde jî nêrîneke rast nîne.”
“Pêvajo bi awayekî bêkêmasî nameşe”
Hozatê rexne li gotinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş yên wekî “pêvajo bêkêmasî dimeşe” girt û got ku pêvajo pir giran û yekalî bi pêş dikeve.
Hozatê anî ziman ku dewletê heta niha ti gavên berbiçav neavêtine û wiha pê de çû:
“Em nizanin, di rastiyê de pêvajoyeke wisa ku bêkêmasî dimeşe tune. Rastiya kar ev e. Pêvajoyeke ku pir giran dimeşe, pêvajoyeke ku bi gavên yekalî dimeşe heye.
Niha ji aliyê dewletê ve ti gavên demokratîk, siyasî û hiqûqî nehatine avêtin. Rewşa Rêbertiya me li ber çavan e.
Ka çawa pêvajo bêkêmasî dimeşe, ev tiştekî wisa ye ku nayê fehmkirin. Pir giran, şikestî û hêdî dimeşe.”
“Divê rola Rêber Apo bibe fermî”
Hozatê daxwaza xwe ya ku divê Abdullah Ocalan xwedî şert û mercên xebatê yên azad be dubare kir û got ku divê Ocalan karibe bi aliyên cihêreng re bi awayekî azad hevdîtinan bike wiha domand:
“Rêber Apo hêza meşandinê û rêberê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e. Bê guman divê Rêber Apo bi azadî bixebite.
Ev kar bi rengekî de fakto nabin. Heke Rêber Apo dê pêvajoyê bi azadî bi rê ve bibe, divê çarçoveyeke hiqûqî ya vê meşandina azad a pêvajoyê hebe.”
Hozatê angaştên ku dibêjin Ocalan di nav lijneyeke jêrîn de cih digire red kir û got:
“Rêbertiya me di lijneya jêrîn de rol nagire. Wekî ku em dizanin ev tenê têgihiştineke xapîner e. Rêbertiya me koordînatorê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Zêdetirî du salan e jixwe vê koordînatoriyê dike.”
“Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a nû heye”
Hozatê diyar kir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêdivî bi destûreke bingehîn a nû û piralî heye û got ku destûra heyî xwedî karakterekî yekperest û înkarker e û wiha pê de çû:
“Divê bi destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz, di serî de ji bo Kurdan, ji bo hemû gelan û baweriyan were naskirin.
Divê destûreke bingehîn a nû ya demokratîk, piralî ya ku cih dide nasname û baweriyan û wan qebûl dike were çêkirin. Heta dereng jî bûye.”
“Rexne di cih de ne”
Besê Hozatê anî ziman ku rexne, fikar û endîşeyên derdorên çepgir û sosyalîst ên li ser pêvajoya aştiyê "tên fêmkirin" û di cih de ne.
Wê diyar kir ku sedema bingehîn a van fikaran ew e ku hikûmet di dirêjahiya pêvajoyê de ti gavên berbiçav ên demokratîk neavêtine û zextên xwe yên li ser dijberan berdewam dike.
Li gorî Hozatê, heta Tirkiye demokratîk nebe ne pêkan e ku pêvajoya aştiyê bigihîje serkeftinê.
Wê ev rewş bi wê yekê girêda ku derdorên çepgir li kiryarên antîdemokratîk ên hikûmetê dinêrin û dikevin nav reşbîniyê û baweriya xwe ya bi serkeftina pêvajoyê winda dikin.
"Ne rast e ku were gotin tevgera Kurd bi AKPyê re peymaneke veşartî kiriye"
Lê belê wê ev yek jî li gotinên xwe zêde kir ku veguhartina van fikaran bi pêşdaraziyên mîna "tevgera Kurd bi AKPyê re peymaneke veşartî kiriye" dê bibe neheqiyeke mezin û wiha got:
"Hinek nîqaş hene ku hema bêje qey rêbertî, Tevgera Azadiya Kurd bi AKPyê re peymaneke veşartî kiriye. Fikarên bi vî rengî jî hene. Ev jixwe qet nenaskirina Rêbertiyê ye.”
Rewşa li Sûriye û Rojvayê Kurdistanê
Hozatê diyar kir ku “pêvajoya entegrasyona demokratîk” a li Rojavayê Kurdistanê li gorî ruhê xwe bi pêş nakeve û destnîşan kir ku divê zihniyeta birêvebiriya Şamê biguhere.
Hozatê rexne li perwerdehiya bi zimanê dayîkê ya ji bo 3 saetan di hefteyê de girt û wiha li gotinên xwe zêde kir:
“Gelê Rojava bi dayîna berdêlên mezin mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê bi dest xist.
Eger tu zimanê gelekî, perwerdeya wî ya bi zimanê dayîkê qebûl nekî, ev tê wê wateyê ku tu hebûna wî gelî jî qebûl nakî.
Eger ev zihniyet neyê derbaskirin, Sûriye îro nebe sibe, sibe nebe dusibe lê Sûriye ti carî ji şer rizgar nebe.”
Rûdanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Hozat diyar kir ku serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên li Îranê veguherîneke girîng a civakî afirandiye û got ku rejîma Îranê meşruiyeta xwe winda kiriye wiha berdewam kir:
“Li pêşiya Îranê du vebijark hene. An dê ber bi reformên pir cidî ve biçe û gavên demokratîk biaveje an jî dê hilweşe.
Bê guman tiştê rast çi ye? Avêtina gavên demokratîk e.”
Hozat her wiha got ku divê kampanyayên li dijî polîtîkayên bidarvekirinê yên Îranê jî werin mezinkirin.



