Amed (Rûdaw) - Li Parka Mezopotamyayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xebat ji sedî 80 temam bûn.
Li vê parkê welatî dê karibin li gel xwezayê demên xweş derbas bikin û beşdarî çalakiyên çandî û civakî bibin.
Di vê parka herî mezin a bajêr de ji bo welatî û geştyaran her tişt li ber çavan hatiye girtin.
Park bi qada xwe ya mezin, sînemaya servekirî, pirtûkxaneya servekirî, tesîsên civakî, kafe, sûlav, hewzên avê, rêyên bisîklet û meşê û qadên lîstikê yên zarokan dê di serê havînê de bikeve xizmeta welatiyan.
Li navçeya Peyasê ya Amedê xebatên çêkirina parka herî mezin a bajêr bênavber didomin.
Zêdetirî ji sedî 80yê Parka Mezopotamyayê qediyaye ku ew li ser rûbereke 211 hezar donimî ji aliyê Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê çêkirin.
"Em ê di dema herî kurt de biqedînin"
Birêvebirê Şaxa Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Yavuz got, "Me li Amedê dest bi çêkirina parka herî mezin a bajêr kiriye.
Nêzîkî salek e me dest bi çêkirina parkê kiriye. Em dixwazin zû biqedînin û bixin xizmeta xelkê xwe.
Bila zarokên me werin li parkên me yên lîstikê bilîzin, bila geştyarên me werin li parkê bigerin.
Parka me gelekî hêja ye, em dê di dema herî kin de vê parkê biqedînin."
"Me di nav Amedê de daristanek ava kiriye"
Li parka nû ya bajêr 130 hezar metreçargoşe cih wekî qada kesk hatiye plankirin û heta niha ji 30 cureyan 8 hezar dar hatine çandin.
Endezyarê Nexşeyê Hakan Demîr jî anî zimên,"Erê, navê vê derê park e lê di rastiyê de me di nav Amedê de daristanek ava kiriye.
Di asta Tirkiyeyê de ev park di warê mezinbûnê de di rêza 3 - 4an de ye.
Înşalah di serê havînê de park dê bikeve xizmeta gel. Me li vê parkê ji bo gelê xwe her tiştî amade kiriye."
Dema ku Parka Mezopotamyayê bi temamî xilas bibe, dê bi sînemaya servekirî, pirtûkxaneyeke mezin, kafe, rêyên bisîkletê, qadên lîstikê yên zarokan, rêyên werzişê, rêyên meşê û hewzên avê bibe yek ji cihên herî geş û zindî yên bajêr.


.webp&w=3840&q=75)