Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ragihand ku roja pêncşemê 12ê Çiriya Paşîn 370 malbatên koçber vedigerin ser mal û milkên xwe.
Li gorî agahiyên Komîteya Koçberan a Serê Kaniyê, nêzîkî 370 malbat xwe amade dikin da ku sibeha pêncşemê ji kampên koçberan derkevin û vegerin ser cih û warên xwe yên li gundewarên Serê Kaniyê, Til Temir û Zirganê.
Karwaneke nû bi rê dikeve
Sibeha pêncşemê dê karwaneke nû ya koçberên Serê Kaniyê ku ji nêzîkî 370 malbatan pêk tê, ji kampên li Hisîçayê ber bi navçeyên wan ve bi rê bikeve.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê ji bo Rûdawê diyar kir ku ew malbatên di nav karwanê de ne dê di çarçoveya bernameya vegera koçberan a ji bo ser malên wan ji kampan derkevin.
Koçber lezkirina vegerê dixwazin
Koçberên li kamp û navendên lêhewandinê daxwaza bilezkirina karwanên vegerê dikin.
Kêmbûna pêdiviyên jiyanê û kel û pelên germkirinê, tevî daketina pileyên germê û nêzîkbûna sermaya zivistanê zehmetî û azarên wan kûrtir dike.


.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)