Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya partiya xwe ya Amedê de axivî û got: Hîn em li daxwazên Kurdan neaxivîne, em dê di qonaxa duyem de biaxivin."
Kongreya 3yemîn a Asayî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Parêzgeha Amedê hat lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî beşdarî kongreyê bû û pêvajoya nû nirxand.
"Silav ji mîmarê pêvajoyê Ocalan re"
Bakirhan ji Amedê silav ji Abdullah Ocalan re şand û got:
“Em silava herî mezin ji Amedê ji Birêz Ocalan re dişînin ku mîmarê vê pêvajoyê ye.
Li vî welatê ku sed sal in serhildan bi darvekirinê hatine tepisandin û ev rêbaz domiye, wî mase mimkin kir.
Ew ji bo ku Kurd, bindest û kedkar li ser maseyê bigihîjin mafên xwe yên demokratîk hewl dide.
Dibe ku hinek kes niha qîmeta vê pêvajoyê fêm nekin lê di dîroka Tirkiye û Rojhilata Navîn de dê di paşerojê de ev pêvajo gelekî girîng were dîtin.”
"Di qonaxa duyem de em dê daxwazên xwe biaxivin"
Bakirhan destnîşan kir ku Pirsgirêka Kurdan, mafê zimanê dayîkê yê Kurdan, azadiya raman û derbirînê li ser maseyê tên gotûbêjkirin û dê bên gotûbêjkirin û wiha pê de çû:
“Di serî de Pirsgirêka Kurdan, zimanê dayîkê yê Kurdan, azadiya raman û derbirînê, nasname û çanda Kurdan li ser maseyê tên gotûbêjkirin û dê bên gotûbêjkirin.
Pêvajoya ku heta niha bi rê ve çûye zêdetir ji bo veguhestina zemîna şer û tundiyê bo ser zemîna siyasî ye.
Hîn em li ser mafên demokratîk ên Kurdan, qeyûm, nasnameya xwe û zimanê xwe yê ku wekî şîrê dayîka me helal e neaxivîne.
Heke em vê qonaxa yekem bi serkeftî bi dawî bikin, em dê di qonaxa duyem de wan daxwazên ku me ji bo wan têkoşîn daye, ked daye û berdêl daye biaxivin.
Heke em ji îro pê ve jî mil bi mil têkoşîneke xurt bimeşînin, ti sedem nîne ku hemû daxwazên me neyên bicihanîn.”
"Bila dilê we rehet be"
Bakirhan xwest ku xelk baweriyê bi pêvajoyê bîne û guh nede nîqaşên li derve û got:
“Welehî em baweriyê bi we tînin. Heta ku hûn hebin kî dikare zarokên we yên ku vê pêvajoyê bi rê ve dibin bixapîne?
Bifikirin ku siyaseta Kurd di teraziyê de şaş bû lê qapan di destê we de ye.
Qapan di destê gelê Amedê de ye, di destê 50 milyon Kurdan de ye, di destê dost û kedkarên me de ye. Em şaş bibin jî hûn şaş nabin.
Ji ber vê yekê bila dilê we rehet be, zêde guh nedin nîqaşên li derve.
Heke hûn dixwazin ev pêvajo bi serkeftî bi dawî bibe, di nav piştgirî û têkoşînê de bin, xwedî li heval, hevrê û partiya xwe derkevin. Gelê Amedê bi salan e vê yekê dike.”
"Kurd piştî sed salan li ser maseyê ne"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê bal kişand ser rola Ocalan a li Rojhilata Navîn û got:
“Birêz Ocalan tenê li Tirkiyeyê pêvajoyek neda destpêkirin. Birêz Ocalan dibêje ‘Demokratîk bibin.’
Nasname, ziman û mafên Kurdan bixin bin garantiya destûrê.
Dîktatorên Rojhilata Navîn li şûna ku vê rêya rast hilbijêrin, bi zanebûn Kurdan, Belûcan, jinan û nemislimanan qetil dikin û dibin amûrê polîtîkayên lobiyên şer.
Em dixwazin ev bidawî bibe û aştî were Rojhilata Navîn.
Yên ku çekan difiroşin dewlemend dibin, nanê li ser sifreya feqîr û xizanan her roj biçûktir dibe.
Ev pêvajo di heman demê de ji bo ji holê rakirina vê qederê û vê krîzê heye.
Tevlihevî û nezelaliyek mezin heye. Dibêjin, ‘Yê ku li ser maseyê nebe, di menûyê de ye.’
Kurd piştî sed salan cara yekem e ku ne di menûyê de ne, li ser maseyê ne.
Heke em qîmeta vê bizanin, rast bi rê ve bibin û li şûna ku em bi hevdû re mijûl bibin, li dijî van rejîmên înkarker ên Rojhilata Navîn mafên xwe yên demokratîk biparêzin, em nabin ew kesên di menûyê de ne.
Destpêkirina pêvajoyê ya ji aliyê Birêz Ocalan ve ku Kurd ji menûyê rakirin û danîn ser maseyê, gelekî biqîmet û girîng e.”
"Ji bo yekkirina Pêşmergeyan spasiya Ocalan dikin"
Bakirhan her wiha behsa bipêşketinên li Herêma Kurdistanê kir û wiha axivî:
“Em dixwazin bi bawerî û nasnameya xwe bi awayekî wekhev bijîn lê mixabin hîn jî hewl didin vê nebînin.
Lê bipêşketinên xweş jî çêdibin. Li Kurdistana Federe hêzên Pêşmergeyan yên PDK û YNKyê bûn yek. Ev gelekî biqîmet e.
Em spasiya Birêz Ocalan jî dikin ku ev mijar cara ewil anî rojevê û ev pêşniyar kir. Pêwîst e ne tenê hêzên Pêşmerge, tiştekî din jî çêbibe.
Li Herêma Kurdistana Federe avakirina hikûmeteke yekîtiyê êdî lezgîn e û jêneger e.
Xelk bi me re mijûl dibe lê Kurdên li wir hîn nikarin hikûmetekê ava bikin. Li gora ked, nirx û şehîdên vî gelî bin.
Hûn çi li ser hevdû parve nakin? Em pêşniyara avakirina hikûmeteke yekîtiya demokratîk dikin.”
"Îranê dijminatiya Kurdan neda aliyekî"
Bakirhan êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin û anî zimên:
“Li Îranê jî tiştên cuda diqewimin. Îranê ti carî ev dijminatiya Kurdan neda aliyekî.
Di van demên dawî de êrişên giran birin ser Herêma Kurdistanê û saziyên wê. Em ji vir bi tundî şermezar dikin.
Divê Îran li şûna bombebarankirina bajarên Kurdan îradeya Kurdan nas bike û dev ji polîtîkaya êrişê berde.
Li Îranê çareserî li şûna darvekirinê naskirina Kurdan e.
Rêya rêlibergirtina destwerdanên derve, misogerkirina yekîtî û aramiya navxwe ye.
Em bangî Îranê dikin ku ber bi demokrasiyê ve biçe û mafên Kurdan nas bike.
Hê doh Serokê Sûriyeyê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî got ‘Zimanê Kurdî dê bibe zimanê perwerdeyê û mafên destûrî dê bên naskirin.’ Em jî dixwazin ev bên kirin.
Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê yê Kurdan divê bikeve bin garantiya destûrê. Kurd divê bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê bibînin.
Em dê gotinên Serokê Sûriyeyê ji nêzîk ve bişopînin. Em dê her tim bi Kurdên li wir re di nav piştgiriyê de bin.”
"Êdî dereng nemînin, hûn li benda çi ne?"
Bakirhan hevdîtina 13ê Îlonê ya bi Ocalan re bi bîr anî û got:
“Di hevdîtina 13ê Îlonê ya bi Birêz Ocalan re, wî ji heyeta me re got, ‘Divê êdî zêde dereng nemînin, gavên dualî bên avêtin û komîte dest bi xebatê bikin.’
Em jî dibêjin; êdî dereng nemînin, hûn li benda çi ne? Beriya her tiştî şert û mercên jiyan û pêwendiyê yên Birêz Ocalan sererast bikin ku mîmarê vê pêvajoyê ye.
Her roj kesek dibêje ‘Li Îmraliyê hevdîtineke wiha çêbû.’ Mîmarê vî karî li wir e; derî vekin bila çapemenî û saziyên civaka sivîl biçin. Ma ne çêtir e mirov biçe li cihê wê agahiyên rast bigire?
Ev pêvajo tenê pêvajoyeke aştiyê nîne, di heman demê de pêvajoya demokratîkbûnê ye.
Em demokratîkbûnê wekî taybetmendiya vê pêvajoyê dibînin.
Ji bo ku pêvajo ji aştiyê veguhere demokrasiyê, di serî de desthilatdarî divê em hemû di nava hewldanekê de bin.”


