Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Efrînî Hogir Îbîş ji Rûdawê re ragihand ku nêzîkî 1400 mamosteyên ku vegeriyane Efrînê û yên derçûyên saziyên Rêveberiya Xweser li benda biryareke fermî ne da ku dest bi kar bikin.
Li bajarê Efrînê 26 Îlonê di navbera berpirsa Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê, Birêvebirê Perwerdeya Efrînê Arif Sîdo û hejmarek mamosteyan de civînek hat lidarxistin.
Di civînê de behsa rewşa mamosteyên vegeriyayî û derçûyên Peymangeha Viyan Amarayê hat kirin.
Mamoste Hogir Îbişê ku yek ji beşdarên civînê û derçûyê Peymangeha Viyan Amarayê ye, beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û ji Nalîn Hesenê re hûrgiliyên pirsgirêkên xwe anîn zimên.
"Biryar li Şamê ye"
Hogir Îbiş diyar kir ku nêzîkî 1400 mamosteyên vegeriyayî yên Efrîn û Helebê û derçûyên Peymangeha Viyan Amarayê li benda biryareke fermî ya Wezareta Perwerdeyê ne.
Îbiş da zanîn ku heta niha tenê 153 mamoste hatine entegrekirin lê ew jî naçin dibistanan û tenê meaşên xwe werdigirin.
Li gorî gotina wî, pirsgirêka sereke li Şamê ye û Birêvebiriya Perwerdeya Efrînê tenê biryarên ku ji Şamê tên bi cih tîne.
Bawername nayên naskirin
Pirsgirêkeke din a mezin jî nenasîna bawernameyên (dîploma) derçûyên peymangeh û zanîngehên Rêveberiya Xweser e.
Hogir Îbiş got, “Peymangeha Viyan Amarayê ku 2013an wekî peymangeha yekemîna Rêveberiya Xweser hat damezirandin, di pergala nû de nehatiye naskirin.”
Ev yek bûye sedem ku derçûyên vê peymangehê û zanîngehên din ên wekî Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobaniyê nikaribin bi awayekî fermî ji bo mamostetiyê navên xwe tomar bikin.
Xwendekar zererê dibînin
Îbiş anî zimên ku ew xwendekarên ku bi salan bi zimanê Kurdî xwendine, niha li Efrînê bi zimanê Erebî dixwînin û ev yek ji bo wan zehmetiyeke mezin çêdike.
Her wiha, bawernameyên wan jî nayên naskirin û nikarin li zanîngehên Sûriyeyê xwendina xwe bidomînin.
Derbarê waneyên zimanê Kurdî de jî, Îbiş diyar kir ku her çend biryar heye hefteyê 3 demjimêran dersa Kurdî bê dayîn jî, ev yek bi temamî pêk nayê û mamosteyên pispor ji bo vê dersê nayên wezîfedarkirin.


