Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) Mihemed Emîn Xerxûrî, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
“Bi xemgîniyeke mezin xebera koça dawî ya kesayetê têkoşer ê Bakur Mihemed Emîn Xerxûrî gihîşt min.”
Serok Barzanî sersaxî ji malbat, xizm û hevalên wî re xwest û diyar kir ku ew xwe bi hevparê xema wan dizane.
Serok Barzanî her wiha ji Xwedê xwest ku giyanê wî bi bihuştê şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyan.
Peyama Serok Barzanî
Peyama hevxemiyê ya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Mihemed Emîn Xerxûrî bi temamî wiha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetê têkoşer ê Bakur Mihemed Emîn Xerxûrî û endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur gihîşt min.
Sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbat, xizm û hevalên rehmetî Mihemed Emîn Xerxûrî û serkirdayetî û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur dikim û xwe bi hevparê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin dixwazim giyanê rehmetî bi bihuşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyan.
Inna lîllahî we înna îleyhî racîûn (Em ji Xwedê hatine û em dê dîsa vegerin ba wî).”
.webp&w=3840&q=75)


