Hewlêr (Rûdaw) - PKKyê ragihand ku yek ji fermandarên wê yên payebilind Rabîa Barinça bi nasnavê "Dîlan Şirnex" canê xwe ji dest daye.
Di daxuyaniya Koordînasyona PAJKyê de hat diyarkirin ku Barinç sala 1977an li Şirnexê ji dayîk bûye.
Her wiha hat eşkerekirin ku wê 1994an li bajarê Zaxoyê yê Herêma Kurdistanê berê xwe daye çiyê û tevlî refên gerîlayan bûye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Barinç 17ê Îlonê "ji ber nexweşiya penceşêrê di dema wergirtina tedawiyê de" canê xwe ji dest daye.
"Yek ji pêşengên artêşbûna jinan bû"
Di daxuyaniyê de ji bo Barinçê pênaseya "yek ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna jinan" hat kirin.
Hat destnîşankirin ku wê li herêmên Botan, Behdînan, Qendîl, Zap, Heftanîn û li Rojavayê Kurdistanê peywir girtiye ser milê xwe.
Li aliyê din hat diyarkirin ku Barinç 32 salan di nava refên gerîlayan de maye û sala 1997an di şerekî de birîndar bûye.
Hat ragihandin ku wê di nava rêxistinê de di gelek akademiyan de perwerde daye, tevî nexweşiya xwe jî xebatên xwe meşandine û piştgirî daye proseya çareseriyê.



