Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber barana zêde ji bo 21 parêzgehan ku piraniya wan bajarên Bakurê Kurdistanê ne hişyariya koda "zer" da.
Li gorî pêşbîniyên dawî yên Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê, dê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hewa perçeewr û pirewr be.
Tê texmînkirin ku dê li Bakurê Kurdistanê, herêmên Marmara, Deryaya Reş, rojhilatê Anatolyaya Navîn û derdora Enqere, Kutahya, Uşak, Afyonkarahisar, Xetay, Osmaniye, Mereş û Eskîşehîrê baran û birûsk hebin.
Ji bo 17 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya koda zer
Keşnasiyê bi taybetî ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarî da.
Tê pêşbînîkirin ku li Riha, Mûş, Çewlîg, Bedlîs, Şirnex, Colemêrgê baraneke bihêz bibare.
Saziya Keşnasiyê ji bo parêzgehên Amed, Semsûr, Çewlîg, Bedlîs, Xarpêt, Dîlok, Colemêrg, Meletî, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Êlih, Şirnex û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya "zer" da.
Her wiha ji bo parêzgehên Stenbol, Kocaeli, Sakarya û Yalovayê yên Tirkiyeyê jî heman hişyarî hat dayîn.
Pileyên germê dadikevin
Tê texmînkirin ku dê pileyên germê li Bakurê Kurdistanê û herêma Deryaya Reş 3 heta 5 pileyan dakevin.
Li herêma Deryaya Spî jî pileyên germê dê 2-4 pileyan zêde bibin lê li deverên din guherîneke berbiçav çênabe.
Tê pêşbînîkirin ku dê li herêmên bakur û rojava ba ji aliyê bakur û bakurrojava ve, li herêmên başûr û rojhilat jî ji aliyê başûr ve nerm û carinan jî bi hêzeke navîn rabe.



