Hewlêr (Rûdaw) - Mekteba Rêxistina Parêzgeha Nînovayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser rewşa Şingalê û mafê biryardayînê yê Kurdên Êzidî daxuyaniyek belav kir.
PDKyê ragihand ku nabe ti alî li şûna Êzidiyan biryarê li ser çarenivîsa wan bide.
PDKyê her wiha pêşniyar kir ku di nav Êzidiyan de referandumek bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Demek e li ser rewşa Şingalê û çarenivîsa xwişk û birayên me yên Êzidî, hinek kes û alî derketine holê.
Ew rê didin xwe ku daxuyaniyên bêberpirsyarî û nêrînên necih bidin û dijberiya PDKyê bikin."
"PDK parêzera sereke ya Şingalê ye"
Mekteba Rêxistina Nînovayê ya PDKyê diyar kir ku ew dê parastina Êzidiyan bidomînin û got:
"Di hemû qonax û mercan de, Partiya Demokrat a Kurdistanê parêzera sereke ya Şingalê û berjewendiyên xwişk û birayên Êzidî bûye.
Wê ev yek wekî erkê xwe yê neteweyî û niştimanî dîtiye û dê di vê parastinê de jî berdewam be."
Derbarê mafê biryardayîna li ser paşeroja herêmê de, di daxuyaniyê de hişyariyeke tund li hemberî destwerdana li îradeya Êzidiyan hat dayîn:
"Tenê şêniyên Şingalê û Êzidî bi xwe xwediyê wî mafî ne ku li ser çarenivîs û paşeroja xwe biryarê bidin.
Mafê ti kes û aliyên din nîne ku li şûna Êzidiyan li ser çarenivîsa wan biryarê bidin û xet û sînoran ji wan re diyar bikin."
Pêşniyara referandumê
PDKyê wekî bersivekê ji bo wan aliyên ku li ser rewşa Şingalê daxuyaniyan didin, daxwaza referandumê kir û anî zimên:
"Eger ew alî xwe gelekî dilsozê rewşa Şingalê û Êzidiyan dibînin, bila di nav xwişk û birayên me yên Êzidî de referandumek bê kirin.
Êzidiyan çi biryar da, divê hemû alî sozê bidin ku pêbendî xwestek û biryara Êzidiyan bin û rêzê li îradeya wan bigirin."
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin:
"Ji xeynî vê yekê, mafê ti kes û aliyekî nîne ku xwe bike berdevk û xwediyê çarenivîs û paşeroja Êzidiyan û destwerdanê li kar û barên wan bike."



