Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê bi hezaran kesan bi meşekê xwest ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê û statu ji bo zimanê Kurdî were dayîn.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren tekez kir ku "Bêyî perwerdeya bi zimanê dayîkê aştiyeke birûmet ne mimkun e."
Bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re, daxwazên ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê careke din ketin rojevê.
Platforma Saziyên Demokratîk ku ji gelek partiyên siyasî, rêxistinên pîşeyî û saziyên sivîl pêk tê, bi dirûşma "Perwerdeya bi zimanê dayîkê û statu ji bo Kurdî" meşek li dar xist.
Bi sedan kes li taxa Bayramogluyê ya Amedê hatin ba hev û bi pankartan dest bi meşê kir.
Meş li Parka Koşuyoluyê bi dawî bû û li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyek ji bo çapemeniyê hat dayîn.
Daxuyanî li ser navê platformê ji aliyê Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Şukran Yakutê ve hat xwendin.
“Kurdî bîra me ya mezin e”
Şukran Yakut bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) axivî û da zanîn ku xwendekarên Kurd wekî salên borî îsal jî ji mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bêpar hatine hiştin.
Yakutê diyar kir ku ew daxwaza perwerdeya bi Kurdî û dayîna statuyê ducare dikin û bal kişand ser girîngiya ziman a ji bo nasname û çandê.
Hevseroka MED-DERê Şukran Yakutê got:
“Kurdî bîra me ya mezin e; stûna bingehîn a hebûn û nasnameya me ye.
Siyaseta asîmîlasyonê vê stûnê lawaz dike.
Veguhastina Kurdî ya ji bo nifşên nû dixe metirsiyê û derûniya zarokên me xera dike.
Zarokên me yên ku nikarin xwe bi zimanê xwe bînin zimên, bixwînin û binivîsin, xwe kêm dibînin.
Ev rewş bandoreke neyînî li hişê hestyarî û analîtîk ê zarokan dike.
Zimanê ku ji nifşên nû re neyê veguhastin bi xetereya jinavçûnê re rû bi rû dimîne.”
“Kilîta vê pêvajoyê statuya Kurdî ye”
Şukran Yakutê destnîşan kir ku nabe daxwazên ji bo statu û perwerdeya bi Kurdî zêdetir werin bipaşxistin û behsa pêvajoya aştiyê jî kir û da zanîn:
“Îro li welatê me û li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû heye.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dimeşe ku em vê wekî ‘Entegrasyona Demokratîk’ bi nav dikin.
Kilîta ku dê deriyê vê pêvajoyê veke statuya Kurdî û perwerdeya bi Kurdî ye.
Pîvana ku entegrasyon û asîmîlasyonê ji hev cuda dike, naskirina statuya Kurdî û mafê perwerdeya bi Kurdî ye.
Paşerojeke aştiyane û civakeke demokratîk tenê bi vê yekê pêkan e.
Mafê ziman ji bo gel û mirovan mafekî herî xwezayî û gerdûnî ye.
Daxwaza me ya statu û perwerdeyê daxwazeke mirovî û gerdûnî ye.”
Serhat Eren: Bêyî perwerdeya bi zimanê dayîkê aştî nabe
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Erenê ku beşdarî meşê bû bal kişand ser pêvajoya çareseriyê.
Eren diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê şertê sereke yê aştiyeke birûmet e û got ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û got:
“Bêyî perwerdeya bi zimanê dayîkê aştiyeke birûmet ne mimkun e.
Ji bo vê yekê jî divê Kurdî wekî zimanê fermî were qebûlkirin.
Nasname û çanda gelekî ku zimanê wî neyê naskirin nayê qebûlkirin.
Bidestxistina statuyê ji bo Kurdî tê wateya qebûlkirina hebûna Kurdan.
Pêwîst e bi guherîneke destûrî an yasayî Kurdî bibe xwedî garantiya qanûnî.”
Piştî daxuyaniyan meş bi çepikan bi dawî bû.


