Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî piştî ku hevjîn û her du zarokên xwe bi kêrê kuştin, xwe bi ben daliqand û dawî li jiyana xwe anî.
Bûyer piştî nîvro li qatekî avahiyeke 5 qatî ya li Cadeya Nexweşxaneya Dewletê ya li taxa Tepecîkê ya navçeya Hezoyê qewimî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên polîs û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên ku ketin hundirê malê, dîtin ku kesekî xwe bi ben daliqandiye û jinek û 2 zarok jî bi kêrê hatine kuştin.
Cenazeyên her çar endamên malbatê ji bo kar û barên otopsiyê birin morgê.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin.
Şaredarê Hezoyê: Em di şokê de ne
Şaredarê Hezoyê Veysî Işik diyar kir ku vê bûyerê li navçeyê xemgîniyeke mezin çêkiriye.
Veysî Işik li ser bobelatê got:
“Em bi bûyereke hovane hejiyan. Wî kesî piştî ku her du zarok û hevjîna xwe kuştine, bi ben dawî li jiyana xwe aniye.
Cara yekem e li navçeya me bûyereke bi vî rengî diqewime. Em hemû di şokê de ne.”


