Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerên Şingalê li gel Ofîsa Serokwezîrê Îraqê çarenivîsa hêzên Şingalê û tevlîkirina wan a nav hêzên fermî yên ewlehiyê gotûbêj dikin.
Li gorî gotina Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînovayê, komîteyek dê li gel çekdaran bicive da ku wan tevlî hêzên fermî bike.
Çavkaniyeke berpirs a ji Bexdayê ji Rûdawê re ragihand ku îro beşek ji nûnerên Şingalê li gel Ofîsa Serokwezîrê Îraqê dicivin.
Şêwirmendekî Elî Falih Zeydî serperiştiya civînê dike ku tê de rewşa Şingalê û pêvajoya tevlîkirina komên çekdar ên herêmê ya nav hêzên fermî yên ewlehiyê tên nirxandin.
Parlamenterê Şingalî yê Parlamentoya Îraqê Xalid Sîdo yê ku beşdarî vê civînê dibe, ji Rûdawê re got:
"Civîn ji bo nirxandina rewşa navçeya Şingalê ye û yek ji wan mijarên ku tê qalkirin jî tevlîkirina çekdaran e."
Komîteyeke nû ji bo Şingalê
Ev tevgera hikûmeta Îraqê ya ji bo diyarkirina çarenivîsa Şingalê piştî wê yekê hat ku 11ê Îlonê Elî Falih Zeydî fermana avakirina komîteyekê da.
Armanca komîteyê ew e ku pirsgirêkên Şingalê yên ewlehî û xizmetguzariyê de çareser bike.
Xalid Sîdo her wiha anî zimên, "Heta niha mekanîzmaya tevlîkirina hêzên li Şingalê ne diyar e.
Karê komîteyê jî hîn bi temamî ne zelal e ka dê çawa be lê li ser vê mijarê guftûgo didomin."
Peymana Şingalê û pirsgirêka hêzên çekdar
Sala 2020î, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de Peymana Şingalê hatibû îmzekirin.
Armanca peymanê ew bû ku rewşa navçeya Şingalê ya îdarî, ewlehî, xizmetguzarî û vegera koçberan were asayîkirin lê peyman heta niha bi tevahî nehatiye bicihanîn.
Yek ji erkên sereke yên wê komîteya ku Serokwezîrê Îraqê biryara avakirina wê daye, diyarkirina çarenivîsa wan hêzên leşkerî û ewlehiyê ye ku ne beşek ji dezgehên fermî ne.
"Dê bi çekdaran re hevdîtin werin kirin"
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî ji Rûdawê re ragihand:
"Komîteyek serperiştiya tevlîkirina hêzên Şingalê dike ku piranî du hêzan li xwe digire û hejmara wan nêzîkî 4 hezar kesan e.
Lê ne şert e hemû werin qebûlkirin û komîteyek dê ji bo diyarkirina wan hevdîtinan li gel wan bike."
Ev hêz piştî rizgarkirina Şingalê ya ji destê DAIŞê ya 2015an hatine avakirin û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya herî sereke ye.
Li gorî gotina Mihemed Kakeyî, hîn nehatiye diyarkirin ka dê ev hêz tevlî artêşê, polîsan an jî Heşdî Şebiyê bibin.
Di komîteya serperiştiyê de nûnerê Operasyonên Rojavayê Nînovayê jî heye û wekî meclisa parêzgehê jî ew çavdêriya xebatan dikin.
Serokwezîrê Berê yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî 2023yan ji bo asayîkirina rewşa Şingalê 2 komîte ava kiribûn lê wan komîteyan jî nekarî rewşa navçeyê bi temamî asayî bike.



