Hewlêr (Rûdaw)
- Serokê Herêma
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Armanc ne ew e ku Hewlêr li hemberî
Bexdayê ser bikeve yan jî Bexda li hemberî Hewlêrê ser bikeve. Armanc ew e ku
Îraq bi ser bikeve, destûr bi ser bikeve.”
Serokê Herêma
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî Lûtkeya Aborî ya Silêmaniyê bû û derbarê
mijarên li rojevê axivî.
Nêçîrvan Barzanî got,
"Dema wê hatiye ku em dawî li nakokiyan bînin" û da zanîn ku divê
nakokiyên siyasî pêşiya bazirganî û veberhênanê nebin asteng li û anî zimên:
"Divê em li
gel hikûmeta federal ji bo mijarên darayî, gumrik û bacan bigihîjin çarçoveyeke
zelal a destûrî."
“Divê maf bi destûrê
bên parastin”
Serokê Herêma
Kurdistanê destnîşan kir ku ew Îraqeke wisa naxwazin ku her pêkhate ji bo
parastina xwe serî li hêz, hejmar an pêgeha xwe bide û got:
"Em Îraqekê
dixwazin ku em hemû berê xwe bidin destûrê.
Em dewletekê
dixwazin ku tê de Kurd, Ereb, Tirkmen, Xiristiyan, Êzidî û hemû welatiyên Îraqê
hest bikin ku bi guherîna hikûmetan an hevkêşeya hêzê mafên wan naguherin, berevajî
vê mafên wan bi destûrê hatibin mîsogerkirin û ji aliyê sazî û yasayên dewletê
ve bên parastin."
Nêçîrvan Barzanî
li ser mijara “budce û meaşan” jî got:
"Divê ji bo mijarên
budce, meaş, petrol, gaz û desthilatan çareseriyeke timî ya destûrî were dîtin,
bi awayekî ku mafên Herêma Kurdistanê, mafên Îraqê û yên hemû welatiyên Îraqê
werin parastin."
Serokê Herêma
Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên Hewlêr û
Bexdayê û pê de çû:
"Armanc ne
ew e ku Hewlêr li hemberî Bexdayê ser bikeve yan jî Bexda li hemberî Hewlêrê ser
bikeve. Armanc ew e ku Îraq bi ser bikeve, destûr bi ser bikeve.
Hêza me hemûyan
di Îraqeke federal a bihêz de ye. Hêza me hemûyan di wê de ye ku Herêma
Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de bihêz bibe."
Nêçîrvan Barzanî
eşkere kir ku rêya çareseriyê diyalog e û got:
"Dema wê
hatiye em dawî li nakokiyan bînin û dest bi çareserkirina wan bikin. Rêya vê
yekê jî zelal e ku ew jî destûr, diyalog û hevkariya niştimanî ya li vî welatî
ye."
Pesindayîna ji
bo Qubad Talebanî
Serokê Herêma
Kurdistanê di dawiya gotara xwe de berê xwe da Qubad Talebanî û got:
"Ev hevalê
hêja, me demeke dûr û dirêj di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hev re kar
kiriye.
Ez vî hevalê xwe ji
bo Herêma Kurdistanê û ji bo vî welatî wekî sermayeyekê dibînim.


