Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Komîsyona Mafên Zarokan û Zimanê Dayîkê ya DEM Partiyê û Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneşê ragihand ku dersên vebijêrkî ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê ne çareserî ne.
Bêrîtan Guneşê her wiha got, “Daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bibe zimanê perwerdeyê.”
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê ya 2026-2027an dest pê kir.
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi destpêkirina dibistanan re careke din mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê xistin rojevê.
Bêrîtan Guneş îro di bultena Nûrojê ya Rûdawê de bû mêvan û pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Wê di bultenê de behsa girîngiya perwerdeya bi zimanê Kurdî kir.
"Zarok di nav nakokiyê de dimînin"
Bêrîtan Guneşê da zanîn ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 20 milyon zarok hene û zimanê dayîkê yê piraniya wan ne Tirkî ye û got:
"Gelek ji wan zarokan li malê û li kolanê bi zimanên wekî Kurdî û Suryanî diaxivin.
Lê dema ew diçin dibistanê, di derûniya wan de nakokiyeke mezin çêdibe."
Guneşê bal kişand ser wê yekê ku ev sed sal in zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bêpar in.
Li gorî wê, ev yek bandoreke neyînî li ser serkeftina akademîk, nasname û bipêşketina wan dike.
“Bila Kurdî bibe zimanê perwerdeyê”
Bêrîtan Guneşê li ser xebatên partiya xwe yên li parlamentoyê jî agahî dan.
Guneşê diyar kir ku wan ji wezaretên pêwendîdar pirs kiriye ka ji bo zarokên ku zimanê wan ne Tirkî ye çi xebatên wan hene.
Bi gotina wê lê wezaretan bersivên zelal nedane wan.
Wê ev mijar wekî "meseleyeke siyasî ya girêdayî Pirsgirêka Kurdan" bi nav kir.
Parlamentera Mêrdînê modela dewletê ya dersên bijarte red kir û got:
"Em wekî DEM Partî dibêjin dersên vebijêrkî ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê têr nakin."
Li gorî Guneşê, dersên vebijêrkî ji bo wan kesan guncaw in ku dixwazin Kurdî wekî zimanekî biyanî hîn bibin lê ev ders ne ji bo zarokên Kurd in ku zimanê wan ê dayîkê jixwe Kurdî ye.
Bêrîtan Guneşê daxwaza partiya xwe wiha anî zimên:
"Daxwaza me ew e ku zimanê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bibe zimanê perwerdeyê. Em dixwazin ji baxçeyên zarokan û pêşdibistanan heta zanîngehê Kurdî hebe."
"Zimanê Kurdî di metirsiyê de ye"
Bêrîtan Guneşê hişyarî da ku her du zaravayên Kurdî ango Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî), di rewşeke xeternak de ne.
Wê anî zimên ku li gorî zimannasan zaravayê Kirmanckî ber bi mirinê ve diçe û wiha domand:
"Nifşên nû êdî zimanê xwe nizanin û li malê û kolanan jî Kurdî kêm tê axaftin.
Zimannas ji bo her du zaravayan jî zengilê metirsiyê lê dixin."
Wê da zanîn ku ji bo parastina zimanê Kurdî divê sê alî bi hev re bixebitin:
“Divê dewlet statuya zimanê Kurdî qebûl bike û di xizmetên giştî de bi kar bîne û got:
Divê partiyên siyasî û saziyên civakî bi avakirina saziyên ziman, piştgiriya aborî û bilindkirina rûmeta ziman, xwedî li ziman derkevin.
Divê civak bi xwe li malê û di jiyana rojane de zimanê Kurdî bi kar bîne.”
Wê wekî mînak qala biryara DEM Partiyê kir ku divê karmendên şaredariyên wan Kurdî bizanibin.
Bêrîtan Guneşê destnîşan kir ku çareseriya vê pirsgirêkê bi pêvajoya aştiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye.
Wê da zanîn ku ew dê wekî DEM Partî li ser vê daxwaza xwe rijd bin.


