Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu diyar kir ku piştî Yasaya Çarçoveyê ya ku 10ê Tebaxê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin, nêzîkî du mehan e di pêvajoyê de gavên pratîkî yên dihatin çaverêkirin nehatine avêtin.
Karasu ji Medya Haberê re axivî û da zanîn ku rêxistinê berpirsiyariyên li ser milê xwe bi cih anîne ku bidawîanîna têkoşîna çekdarî jî di nav de ye.
Karasu da zanîn ku qanûnên heyî Pirsgirêka Kurdan çareser nakin û got ku divê di pêvajoya nû de di warê demokratîkbûn û azadiyê de rêziknameyên qanûnî bên çêkirin.
Mustafa Karasu got, "Ji ber ku qanûnên heyî pirsgirêk çareser nekir, hawirdoreke pevçûnê ya ku xwe disipêre bi dehan salan derket holê.
Niha qanûnên kevin neyên guhertin, hişmendiya kevin neyê guhertin, têgihiştin neyê guhertin, dê çawa bibe?"
Karasu her wiha destnîşan kir ku divê qanûnên ku rê li ber siyaseta demokratîk vedikin bên derxistin.
"Divê pêvajo nebe qurbana hesabên hilbijartinê"
Karasu anî zimên ku divê pêvajo nebe qurbana hesabên hilbijartinê yên desthilatê.
Karasu bangî partiyên mixalefetê û hêzên demokrasiyê jî kir û da zanîn ku Pirsgirêka Kurdan tenê ne meseleya partiyeke siyasî ye.
Karasu got, "Mixalefet tenê bi rexnekirina desthilatê nabe. Divê ji bo derketina qanûnên demokratîkbûn û azadiyê têbikoşe."
Karasu da zanîn ku komîsyon û komîteyên ku li parlamentoyê hatine avakirin bêbandor hatine hiştin û destnîşan kir ku divê pêvajo bi awayekî zelal bi rê ve biçe.
Mercên xebatê yên Ocalan
Karasu diyar kir ku dê Abdullah Ocalan koordînasyona Komîteya Aştî û Siyasîbûnê bike û divê mercên wî yên xebatê jî bên guhertin û wiha pê de çû:
“Rêbertî dê azad nebe, azad nexebite, wekî koordînatorê Komîteya Aştî û Siyasîbûnê nexebite, bi çapemenî, rewşenbîr û derdorên cuda yên siyasî re hevdîtinan neke lê dê ji me ev an ew tişt bê çaverêkirin. Ev yek wisa nabe.”
Karasu tekez kir ku Ocalan di pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan de "kesê sereke yê dan û standinan" e û anî zimên ku divê mercên wî yên xebatê li gorî vê rewşê bên sererastkirin.
"Entegrasyona demokratîk tê wateya demokratîkbûna Komarê"
Karasu peyama ku Abdullah Ocalan ji bo Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a li Londonê şandibû jî nirxand.
Karasu diyar kir ku têgeha "entegrasyona demokratîk" nayê wateya teslîmiyeta yekalî û anî zimên ku ev yek ji bo hemû beşên civakê tê wateya demokratîkkirina Komarê û wiha domand:
“Entegrasyona demokratîk, demokratîkbûna Komarê bi xwe ye.
Ne wekî ku hinekan gotiye ku entegrasyona demokratîk bêyî qebûlkirina ti maf, daxwaz û hiqûqa Kurdan pêk were, tiştekî bi vî rengî tune.”
Karasu destnîşan kir ku ev nêzîkatî tenê bi mafên Kurdan re ne sînordar e û divê Elewî, jin, karker, tevgerên ekolojiyê û hemû civakên din ên etnîkî û olî jî di çarçoveya entegrasyona demokratîk de bên nirxandin.


.jpg&w=3840&q=75)
