Hewlêr (Rûdaw) - Gundiyên Markasorê yên navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê ji ber nebûna pireke qayîm rastî zehmetiyên mezin tên.
Gundiyên ku piştî qedexeya bi salan dixwazin vegerin ser axa xwe, niha ji ber lehiyê nikarin herin ser gorên miriyên xwe û ji ber vê yekê daxwaza alîkariyê dikin.
Pira ku bi derfetên taybet hatibû çêkirin di lehiyê de çû
Gundê Markasorê ku sala 1994an ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê ve hatibû valakirin û pira wî hatibû rûxandin, şêniyên gund piştî rakirina qedexeyan sala 2024an careke din vegeriyan ser axa xwe.
Gundiyan 2024an bi derfetên xwe pireke ji text û daran ava kiribû lê belê ji ber barana zêde û lehiya giran a îsal, ew pira ku bi kedeke mezin hatibû çêkirin bi temamî hilweşiya.
"Bê rê û pir avadanî nabe"
Şêniyê gund Alî Akyol balê kişand ser vê bêçaretiyê û got:
“Berî hemû tiştekî ji bo ku em di avê re derbas bibin, em pirekê dixwazin.
Piştî wê jî rêya me tune. Ji bo niştecîbûnê ku rê û pir nebe, avadanî nabe.
Me bi derfetên xwe çend caran pir ava kir lê ji ber ku li ser newalê ye, lehî tê û wê dibe.”
Gundiyan bangî rayedaran kir
Gundiyan diyar kir ku ev pirsgirêk rê li ber jiyana wan digire û nahêle ew li gundê xwe bi cih bibin.
Şêniya gund Kadîfe Bozdagê jî behsa rewşê kir û wiha got:
“Pira me berî 2 salan hat çêkirin lê ji ber ku îsal baran zêde bû, lehiyê ew hilweşand.
Mirov dixwazin li gundê xwe bi cih bibin lê nikarin. Em ji rayedaran alîkariyê dixwazin, divê piştgiriyê bidin.”
Gundiyên Markasorê niha li bendê ne ku rayedar bersiva daxwaza wan bidin û pireke mayînde û qayîm li ser Çemê Pilemûriyê ava bikin.

.jpg&w=3840&q=75)
