Hewlêr (Rûdaw) - Di qezayeke trafîkê ya li ser rêya navçeya Nexede û Pîranşarê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê de 4 kesên ji malbatekê mirin.
Her wiha di wê qezayê de kesek jî birîndar bû.
Berpirsê Birêvebiriya Hawarçûnê ya Pîranşarê Îbrahîm Ezîznejad îro li ser qezayê agahî dan.
Îbrahîm Ezîznejad ragihand ku qeza li ser rêya sereke ya navbera Nexede û Pîranşarê li nêzîkî gundê Qarnayê çêbûye.
Îbrahîm Ezîznejad da zanîn ku otomobîlek û barhilgirek li hev qelibîne.
Li gorî gotina Îbrahîm Ezîznejad, di qezayê de 4 kesên di otomobîlê de mirine.
Hat zanîn ku ew her 4 kes ji malbatekê ne û xelkê Pîranşarê ne.
Îbrahîm Ezîznejad diyar kir ku şofêrê barhilgirê jî di qezayê de bi giranî birîndar bûye.
Tîmên tenduristiyê şofêrê birîndar piştî midaxeleya destpêkê veguhast nexweşxaneyê.
Polîs çûn cihê bûyerê û wan li ser sedema qezayê dest bi lêkolînê kir.
Salane nêzîkî 20 hezar kesî dimirin
Li gorî amaran, salane nêzîkî 20 hezar kesî di qezayên trafîkê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de mirin.
Li gorî rapora Tiba Dadî ya parêzgeha Urmiyeyê, di navbera 21ê Adara 2026an û 21ê Hezîrana 2026an de li parêzgehê 194 kes di qezayên trafîkê de mirine.
Ji wan qurbaniyan 152 kes mêr û 42 kes jî jin in.



