Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Xwecihî ya Kobaniyê ya Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) kuştina Sîpan Hesekê (Samî Şêxmûs Hiso) û şewata li Girtîgeha Kobaniyê bi tundî şermezar kir.
ENKSyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê berpirsyara parastina sivîlan û misogerkirina ewlehî û aramiya civakî ye.
Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya li Kobaniyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku kuştina Sîpan Hesekê (Samî Şêxmûs Hiso), aloziyên li pey wê rû dane û pêla desteserkirinan cihê şermezariyê ne.
Di daxuyaniyê de her wiha bal hat kişandin ser derketina şewata li Girtîgeha Kobaniyê ya ku bû sedema mirin û birîndarbûna bi dehan girtiyan.
Banga lêpirsîneke serbixwe
ENKSyê diyar kir ku berpirsyariya parastina xelkê sivîl û pêkanîna aramiyê li ser milê hikûmeta Sûriyeyê ye.
Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) her wiha ji hikûmeta Sûriyeyê xwest ku li ser hemû bûyeran lêpirsîneke zelal û serbixwe bide destpêkirin.
ENKSyê tekez kir ku divê destpêkê tawana kuştina Sîpan Hesekê (Samî Şêxmûs Hiso) were eşkerekirin û sedema derketina şewata li Girtîgeha Kobaniyê bi hûrgilî were lêkolînkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat xwestin ku li ser binpêkirin û tevgerên hêzên hikûmetê yên di dema girtin û rûbirûbûna bi xwenîşandanan de jî lêpirsîn were kirin.

